Li Stockholmê ji bo Salih Muslim bernameya bîranînê hat lidarxistin
Li paytexta Swêdê Stockholmê bi tevlîbûna sedan kes ji bo Salih Muslim bernameyek bîranînê hat lidarxistin.
Li paytexta Swêdê Stockholmê bi tevlîbûna sedan kes ji bo Salih Muslim bernameyek bîranînê hat lidarxistin.
Li paytexta Swêdê Stockholmê, bi beşdariya bi sedan kes, bernameya bîranînê ji bo Salih Muslim hate lidar xistin. Di bîranînê de, ku li hola Parabolen a Stockholmê hate lidarxistin, gelek nûnerên ji rêxistin û partiyên siyasî yên cûrbecûr û her wiha welatî amade bûn.
Bîranîn bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre, li ser navê NCDK’ê û PYD’ê yên Skandînavya beşdarvan hatin silavkirin.
Di bernameyê de, hevserokê NCDK’ê peyama sersaxiyê ya ku ji hêla Rêber Apo ve ji bo Salih Muslim hatibû şandin, xwend. Piştre nûnerên ji partî û rêxistinên cûrbecûr axaftin kirin.
Piştre sînevîzyonek ku li ser jiyan û têkoşîna siyasî ya Salih Muslim hatibû amadekirin hat temaşekirin. Peyamên hevserokê PYD’ê û hevjîna Salih Muslim Eyşe Efendî jî bi rêya sinevîzyonê hatin parvekirin.
Li ser navê PEKAN’ê Hasan Bozlak axivî. Endamê KNK’ê Karwan Said, Parlamenterê Demokratên Sosyal Kadir Kasirga, Endama Komîteya Navendî ya Partiya Çep Yekbûn Alp, siyasetmedar û nivîskar Evîn Çetîn û rojnamevan û nivîskar Kurdo Baksi jî di bernameyê de axivîn.
Nûnerên hin partî û saziyan jî peyamên xwe ji bo bernameya bîranînê şandin. Di axaftinan de, hate destnîşankirin ku têkoşîna Salih Muslim dê berdewam bike.