BI DÎMEN

Li Ewropayê Newroza destpêkê li Danîmarkayê hate pîrozkirin

Li Kopenhagenê bi beşdariya zêdeyî hezar kesî Newroz hate pîrozkirin. Di çalakiyê de Salih Muslim hate bîranîn.

Pîrozbahiya destpêkê ya îsal a Newrozê ya li Ewropayê, li paytexta Danîmarka Kopenhagenê hate lidarxistin. Zêdeyî hezar Kurdistanî li gel dostên xwe beşdarî çalakiyê bûn û peyamên yekîtiyê dan. Nûnerên Enhedslisten, SF, El Wehda, Partiya Pêşverû, YNK, DEM Partî û PYD'ê li çalakiyê axivîn.

Çalakiyê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan destpê kir. Piştre beşdar rabûn ser piyan û bi hev re sirûda neteweyî ya Kurd 'Ey Reqîp' xwendin.

Hevserokên Meclîsa Gel a Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Kopenhagenê piştre derketin ser dikê û axivîn. Heserokên Meclîsa Gel diyar kirin ku Newroz cejneke neteweyî ya Kurdan e ku tê wateya berxwedan, azadî û hatine biharê. Di axaftinan de hate ragihandin ku ji bo azadiya Rêber Apo divê ew têkoşînê bilind bikin.

Piştî axaftina hevserokan hunermend Mahsûm Dêrikî derkete ser dikê û bi stranên xwe coş û reng da pîrozbahiyê.

Ji Danîmarkayê nûnerên Enhedslisten ÎbrahÎm Benlî û Fetî Baran, ji SF'ê Taner Genç li pîrozbahiyê axivîn, Newroza gelê Kurd pîroz kirin û berxwedana Rojava û yekîtiya Kurdan silav kirin.

Ji PYD'ê jî Dara Dêrik axivî û endamê Konseya Hevserokatiyê ya PYD'ê Salih Muslim bi bîr anî.

Nûnerên Partiya Pêşverû, El Wehda yên Rojava û nûnerê YNK'ê destnîşan kirin ku yekîtiya neteweyî ya Kurdan rêya azadiyê ye.

Parlamentera Amedê ya DEM Partiyê Ceylan Akça Cupolo jî Newroz li gel pîroz kir û qala têkoşîna Rêber Apo kir.

Beşdaran hemûyan Salih Muslim bi bîr anîn.

Her wiha hunermend Cîhan Sefkan, Koma Kurdistan, Seyda Perînçek, Kewê û Newroz Alî bi stranên xwe reng dan pîrozbahiyê. Koma Govendê ya Koma Kurdistanê jî hunera xwe pêşkêş kir.