Li Lefkoşayê Theofilos Georgiades hate bîranîn
Theofilos Georgiades ê ku 20’ê Adara 1994’an ji aliyê servîsên veşartî yên Tirk ve di şeva Newrozê de hate qetilkirin, li Lefkoşayê bi merasîmê hate bîranîn.
Theofilos Georgiades ê ku 20’ê Adara 1994’an ji aliyê servîsên veşartî yên Tirk ve di şeva Newrozê de hate qetilkirin, li Lefkoşayê bi merasîmê hate bîranîn.
Her sal bi rengekî rêkûpêk merasîma bîranînê tê lidarxistin. Di saetên siharê yên zû de rayedarên dewletê jî beşdarî merasîma ku li dêrê hate lidarxistin, bûn. Piştre li ber mala ku Theofilos Georgiades lê hatî qetilkirin, merasîma bîranînê ya fermî destpê kir.
Ji xeynî malbata Theofilos Georgiades, gelek wezîrên hikûmeta Qibrisê, parlamenterên Parlamentoya Ewropayê, nûnerên partiyên siyasî yên li Qibrisê, rêxistinên civakî yên sivîl, artêşa Qibrisê û teşkîlata polîsan beşdar bûn. Her wiha rêveberên Navenda Çandê ya Kurd a Theofilos a ku li Qibrisê xebat dimeşîne û nûnerên PYD’ê jî beşdarî bîranînê bûn.
Siyasetmedarên Kurd jî yên beşdarî bîranînê bûn, şehîd Theofilos Georgiades bi bîr anîn. Di axaftinan de hate destnîşankirin ku Theofilos Georgiades ji bo avakirina dilsozî û piştevaniyeke xurt a navbera gelê Kurd û gelê Qibrisê tevkariyên mezin kiriye. Hate bibîrxistin ku Rêber Apo Theofilos Georgiades weke “şehîdê me yê mezin” nirxandiye.
Merasîm piştî axaftinan, bi deqeyek rêzgirtinê bi dawî bû.