Hilbijartinên xwecihî yên Fransayê nêrînên siyasî guherand

Dengên ku partiyên rastgirên tund û çepgir ên radîkal di tûra yekem a hilbijartinên herêmî yên ku roja Yekşemê li Fransayê hatin lidar xistin de wergirtin, guhertinek di hevsengiya siyasî ya li welêt de nîşan didin.

Di tûra yekem a hilbijartinên şaredariyan de li Fransayê partiyên rastgirên tund li gelek bajaran derketin pêş. Lê partiya çepgirên radîkal LFI’yê jî li gelek bajaran encamên neçav li rê hatin girtin. Li gelek bajaran hilbijartin çû tûra duyem.

Ev hilbijartin, ku tê de şaredar û endamên encumena herêmî dê li nêzîkî 35 hezar şaredariyan werin hilbijartin, wekî dengek girîng têne dîtin ku hevsengiya siyasî ya beriya hilbijartinên serokkomariyê yên 2027’an nîşan dide.

Zêdetirî 48 mîlyon hilbijêr ji bo dengdanê hatin gazîkirin. Tê texmînkirin ku beşdarbûn di navbera ji sedî 56 û 58.5’an de be ku ji hilbijartinên berê kêmtir e.

LI BAJARÊN MEZIN ÇEPGIR LI PÊŞ IN

Li bajarên mezin ên wekî Parîs, Marsîlya û Lyonê, namzetên çepgir encamên xurt bi dest xistin û cihên jorîn girtin.

Rêxistina Neteweyî ya rastgir (RN) rêjeya dengên xwe li gelek bajaran zêde kir û li zêdetirî 60 bajaran di rêza yekem de bû.

Partiya çepgir a radîkal Fransa Serî Natewîne (LFI) jî li hin bajaran, bi taybetî li Saint-Denis, serketinek mezin bi dest xist.

DANÛSTANDINÊN HEVPEYMANAN

Encamên tûra yekem nîşan didin ku pêşbirkên sêyem an jî çar alî dikarin li gelek bajaran pêk werin. Ji ber vê yekê, tê payîn ku danûstandinên hevpeymaniyê di navbera partiyan de beriya tûra duyemîn a hilbijartinê dijwartir bibin.

Tûra duyemîn a hilbijartinê ji bo Yekşema bê hatiye plankirin. Tê diyarkirin ku hevpeymaniyên ku di vê pêvajoyê de hatine avakirin dê encamê diyar bikin.