Salih Muslim li Ewropayê tê bibîranîn: Bû dengê 60 mîlyon Kurdan
Ji bo endamê Konseya Hevserokatiya PYD’ê Salih Muslim li gelek navendên Ewropayê merasîmên bîranînê hatin lidarxistin û di merasîman de rojnamevan Osman Kiliç jî hat bibîranîn.
Ji bo endamê Konseya Hevserokatiya PYD’ê Salih Muslim li gelek navendên Ewropayê merasîmên bîranînê hatin lidarxistin û di merasîman de rojnamevan Osman Kiliç jî hat bibîranîn.
Ji bo endamê Konseya Hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim ê ku di 11’ê Adarê de li nexweşxaneya Hewlêrê ya lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da, li gelek bajarên Ewropayê çalakiyên bîranînê hatin lidarxistin. Di merasîman de, hevalê me Osman Kiliç ê ku bi salan di qada dîplomasî û Çapemeniya Azad de ked da û di 12’ê Adarê de li bajarê Tiel ê Hollandayê li nexweşxaneyekê xatirê xwe ji jiyanê xwest jî hat bibîranîn.
HERNE
Ji bo Salih Muslim li bajarê Herne yê Almanyayê merasîmeke bîranînê hat lidarxistin. Di merasîma ku ji aliyê PYD û Saziya Malbatên Şehîdan (KOMAW) ve hat organîzekirin û di saloneke taybet de pêk hat de; malbata Muslim, Hevserokê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Ahmet Karamus, Hevserokê Kongreya Civakên Demokratîk ên Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) Engin Sever, nûnerên partiyên Kurd ên Ewropa, Sûriye û Başûr, komên baweriyê yên Kurdistanî, siyasetmedarên Kurd ên li sirgûnê, hunermendên TEV-ÇAND’ê û gelek Kurdistanî beşdar bûn. Di salonê de goşeyeke taybet a wêneyên jiyana têkoşîna Salih Muslim hat amadekirin û wêneyên kurê wî Şervan Muslim ê ku di şerê li dijî çeteyan de şehîd bibû jî hatin daliqandin. Merasîm bi xwendina sirûda neteweyî “Ey Raqîp” dest pê kir.
Di bîranînê de birayê Salih Muslim, Ebdulrehman Muslim û xwişka wî Necma Muslim axivîn. Ebdulrehman Muslim anî ziman ku birayê wî di temenê ciwantiyê de dest bi têkoşîna Kurdistanî kiriye û piştî naskirina PKK û Rêber Apo jiyana wî bi temamî guheriye.
Piştî axaftinan, ji ber salvegera Komkujiya Helebçeyê ya 16’ê Adara 1988’an deqeyek rêz hat girtin.
SHEFFIELD
Li bajarê Sheffield ê Îngilistanê, ji bo endamê Konseya Hevserokatiya PYD’ê û navê pêşeng ê Şoreşa Rojava Salih Muslim (Bavê Welat) çalakiyek hat lidarxistin. Di çalakiya li Navenda Civaka Kurd a Sheffieldê de qurbaniyên Komkujiya Helebçeyê jî hatin bibîranîn.
Merasîm bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Merasîm bi beşdariya birayê Muslim, Ezedîn Muslim û biraziyên wî pêk hat. Li ser navê Navenda Civaka Kurd Baran Karakoçan axivî û diyar kir ku Muslim hevalê rê yê Rêber Apo bû û mînakekî dîrokî ye ji bo gelê Kurd. Paşê nûnerên Komuna Jinên Kurd û PJAK’ê jî axaftin kirin. Birayê wî Ezedîn Muslim got: “Bavê Welat parêzvanê jiyana hevpar a gelên Kurdistan û Rojhilata Navîn bû.”
KOPENHAG
Li paytexta Danîmarka Kopenhagê, ji bo Salih Muslim û kedkarê Çapemeniya Azad Osman Kiliç bernameyeke bîranînê hat lidarxistin. Bername bi beşdariya nûnerên PYD, El Wehde, Partiya Pêşverû û YNK’ê pêk hat. Nûnerê PYD’ê Dara Dêrik behsa dîroka têkoşîna Muslim kir û got ku wî di sala 2003’an de pêşengiya avakirina PYD’ê kiriye û tevî zindanan jî ji îradeya xwe tawîz nedaye.
HELSINBERG
Li bajarê Helsingborg ê Swêdê, ji bo Salih Muslim çalakiyek hat lidarxistin. Berpirsê PYD’ê yê Skåne Yûsif Dêrik anî ziman ku Muslim mîna “derwêşekî” jiyaneke sade meşandiye û heta dawiyê bi biryardarî têkoşiyaye. Peyama Navenda Giştî ya PYD'ê û peyama Rêber Apo ya ji bo Salih Muslim hatin xwendin.
ZURIH
Li bajarê Kloten ê girêdayî kantonê Zurih ê Swîsreyê, li Komeleya Kultura Rojava bîranînek hat lidarxistin. Endama Fermandariya Giştî ya YPJ’ê Rohilat Efrîn, nûnerên YNK, PJAK, Partiya Pêşverû, Partiya Wehdê û gelek saziyan beşdar bûn.
Hunermend Kawa Urmiye, Mehmet Semsûr li ser navê KOMAW’ê û Rohilat Efrîn li ser navê YPJ’ê axivîn. Rohilat Efrîn got: “Bavê Welat ne tenê siyasetmedarek bû, pira di navbera çar parçeyan de bû. Ew her weha bavê me bû.”
BERN
Li bajarê Bern ê Swîsreyê, di bin pêşengiya TCŞ û KOMAW’ê de, ji bo şehîdên pêvajoya xwerêveberiyê û Bavê Welat (Salih Muslim) çalakiyek hat lidarxistin. Li ser navê KOMAW'ê Alî Ergin, bavê şehîd Axîn Mahir Dicle Mustafa Karahan û li ser navê TCŞ'ê Omer Yılgın axivîn. Di axaftinan de bal hat kişandin ser berxwedana xwerêveberiyê û hat gotin ku gelê Kurd deyndarê şehîdan e.
Merasîm bi nîşandana sînevîzyonan û dirûşmeyên Şehîd Namirin bi dawî bûn.
STRASBOURG
Li bajarê Strasbourgê yê Fransayê, di navenda Civaka Demokratîk a Kurd de ji bo Salih Muslim bernameyeke bîranînê hat lidarxistin. Di bîranînê de ku girseyeke qelebalîgh beşdar bû, Kurdistanî û dostên wan hatin cem hev û têkoşîn û mîrasa Muslim bi bîr anîn.
Bername bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Paşê, sînevîzyonek ku behsa jiyana Salih Muslim, têkoşîna wî ya siyasî û keda wî ya ji bo gelê Kurd dikir, hat nîşandan. Di dema nîşandana sînevîzyonê de kêliyên bi hestiyar hatin jiyîn û xebatên Muslim ên di demên cuda de û têkiliya wî ya bi gel re hatin ser ekranê.
Piştî axaftinan, bernameya bîranînê bi parvekirina hest û ramanên beşdaran bi dawî bû.
MULHOUSE
Siyasetmedar Nîzam Algunerhan di çalakiya ku li bajarê Mulhouse yê Fransayê hat lidarxistin de axivî û şehîdên Kurdistanê bi bîr anî û got, “Bavê Welat hevalê Rêber Apo bû û heta nefesa xwe ya dawî li ser xeta Rêber Apo meşiya. Bavê Welat û hemû şehîd rastiya me ne; ew nûnerên rastiya rastîn in."
Algunerhan diyar kir ku gelê Kurd bi saya şehîdan yekîtiya xwe ya neteweyî ava kiriye û nirxek mezin afirandiye û anî ziman ku Salih Muslim di şexsê xwe de van nirxan kom kir û şehîd bû.
Di çalakiyê de belfîlma li ser Salih Muslim hate pêşandan. Piştî axaftinê, beşdaran hest û ramanên xwe anîn ziman.
Bîranîn bi dirûşmeyên "Şehîd namirin" û "Bijî Rêber Apo" bi dawî bû.
GRAZ
Li bajarê Graz ê Awûstûryayê ji bo endamê Desteya Hevserokatiyê ya PYD’ê Salih Muslim merasîma bîranînê hat lidarxistin. Merasîm li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Grazê hate lidarxistin. Di merasîmê de şehîdên Komkujiya Helebceyê ya 16’ê Adarê jî hatin bibîranîn.
Merasîm di şexsê Salih Muslim de bi deqeyek rêzgirtina şehîdên Azadiya Kurdistanê dest pê kir. Gundiyekî nêzîkî Muslim li ser têkoşîna jiyana wî û taybetmendiyên wî yên şoreşgerî axivî.
Piştre belgefîlma li ser jiyana têkoşîna Muslim hat pêşandan. Di merasîmê de dirûşmeyên "Şehîd namirin" û "Bijî Serok Apo" hhatin berzkirin.
DEN HAAG
Li Den Haag a Hollandayê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ji bo Salih Muslim û Hefteya Qehremaniyê merasîma bîranînê hat lidarxistin.
Di bîranînê de belgefîlma li ser Muslim hatibû amadekirin hat pêşandan. Nûner û rêberên ji partiyên siyasî yên cûrbecûr ên her çar perçeyên Kurdistanê beşdarî merasîmê bûn. Di axaftinan de bal kişandin ser girîngiya xwedîderketina li Rojava û ruhê yekîtiya Kurdan.
Merasîm bi deqeyek rêzgirtinê û sirûda neteweyî ya Kurd "Ey Reqîb" dest pê kir. Nûnerê Têkilyên Derve yê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Fûad Omer û nûnerê Partiya Pêşverû Mihemed Xelîl di merasîmê de axivîn. Di axaftinên wan de behsa têkoşîna Salih Muslim hate kirin û bîranînên wî hatin parvekirin.
Bîranîn bi dirûşmeyên "Şehîd namirin" û "Bijî Rêber Apo" bi dawî bû.
DRAGUIGNAN
Li bajarê Draguignan a Fransayê ji hêla KOMAW ve li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd merasîma bîranînê hat lidarxistin. Gelek Kurdistanî beşdarî merasîmê bûn.
Endamê Desteya Hevserokatiyê ya PYD’ê Salih Muslim, helbestvanê ji Rojava Ehmed Huseynî û Dîrektorê ANF’ê Osman Kiliç ên ku di van rojan de jiyana xwe ji dest dan wekî kevirên bingehîn ên têkoşîna azadiya gelê Kurd hatin bibîranîn.
Bîranîn bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Şêx Murşîd Xeznewî axivî û diyar kir ku şehîd kevirên bingehîn ên têkoşîna azadiya gelê Kurd in û got, "Ev zarokên wêrek dengê tevahiya gelê Kurd bûn. Erka me ye ku em xwedî li bîranîn û têkoşîna wan derkevin.”
Nûnerên KOMAWê girêdana xwe ji bo şehîdan anîn ziman û gotin, "Mîrateya Salih Muslim, Ehmed Huseynî û Osman Kiliç ew e ku em li dijî mêtingeriyê bisekinin.”
Piştî axaftinan mewlûs hat xwendin û ji bo hemî şehîdên Kurdistanê, bi taybetî ji bo Salih Muslim, Ehmed Huseynî û Osman Kiliç dua hatin xwendin.