BI DÎMEN

Mûsa Barak û Şukru Karatoprak li Bensheimê hatin bibîranîn

Li bajarê Bensheim ê Elmanyayê bi boneya salvegera şehadeta Mûsa Barak (Enter Cîvan) û Şukru Karatoprak (Rizgar) merasîmeke bîranînê ya girseyî hate lidarxistin.

Li bajarê Bensheim ê Elmanyayê bi pêşengtiya Meclîsa Gel a Bensheimê bi boneya salvegera şehadeta Mûsa Barak (Enter Cîvan) û Şukru Karatoprak (Rizgar) ku di 16’ê Adara 2015’an de li Serêkaniyê tevlî karwanê şehîdan bûne, merasîmeke bîranînê hate lidarxistin. Gelek Kurdistanî beşdarî merasîmê bûn û atmosfereke gelekî hestiyar çêbû.

Bernameya bîranînê di şexsê Endamê Konseya Hevserokatiya PYD’ê Salih Muslim, Dîrektorê ANF’ê Osman Kiliç, helbestvan Ehmed Huseynî û kedkarê çand û hunerê Evdirrehîm Zal de  bi deqeyeke rêzgirtina ji bo hemû şehîdên azadiyê dest pê kir.

Di axaftinên piştî rêzgirtinê de qisekeran bal kişandin ser cihê şehîdan ê di nava têkoşîna azadiyê de û nirxên li dû xwe hiştine.

Di axaftinên li ser navê Meclîsa Gel a Bensheimê û Komawî hatin kirin de hate îfadekirin ku têkoşîna şehîdan ya ji bo azadû û wekheviya gelan tu caran nayê jibîrkirin.  Her wiha di bernameyê de malbatên şehîdan jî axivîn û peyamên dilsoziya ji bo bîranînên şehîdan hatin dayîn.

Di tevahiya bernameyê de gelek caran dirûşmeya ‘’Şehîd namirin’’ hate berzkirin û beşdarvan li hemberî wêneyên şehîdan gelekî hestiyar bûn. Bername li gel beşdarbûna gelê li derdorê jî gihîşt girseyeke mezin.  

Bi boneya Meha Remezanê di dawiya bernameyê de ji bo bîranîna şehîdan xwarina fitarê hate dayîn. Her wiha di axaftinan de ji bo pîrozbahiya Newrozê ya ku wê di 21’ê Adarê de li bajarê Frankfurtê were lidarxistin  bangên beşdariya xurt hatin kirin.

Bername, li gel dayîna peyamên yekîtî û piştevaniyê bi dawî bû.