BI DÎMEN

Li Brîtanyayê pîrozbahiyên Newrozê: Newroza yekîtî û azadiyê

Li Brîtanyayê Newroz wê îsal di navbera 21-30'ê Adarê de bi dirûşma "Newroza yekîtî û azadiyê" bê pîrozkirin.

Bi pêşengiya Meclîsa Gelê Kurd û pêkhateyên wê, îsal di navbera 21-30'ê Adarê de di serî de London, Edinburg û Liverpoolê wê li gelek bajarên Brîtanyayê Newroz bêne pîrozkirin. Amadekariyên pîrozbahiyan li ber qedandinê ne.

Di pîrozbahiyên Newroza îsal de wê li gel yekîtiya neteweyî ya demokratîk işaret bi girîngiya zadiya Rêber Apo bê kirin.

Di pîrozbahiyên Newrozê de yên li Îngilistan, Skoçya û Îrlanda Bakur de cihê herî li pêş London e. Li Londonê amadekarî 4 meh in qediyan e. Li gelek kargehan afîşên Newrozê hatin daliqandin û bi rêya radyo û dîmenên medya dîjîtal bang li Kurdistaniyan û dostan tê kirin ku beşdarî pîrozbahiya Newrozê bibin.

Nûnerên gelek rêxistinên Kurdistanî, rêxistinên enternasyonal, tevgerên çep şoreşger ên Kurdistanî û Tirkiyeyî, rêxistinên civakî yên sivîl û siyasetmedarên Îngiliz ji bo pîrozbahiyên Newrozê hatin vexwendin. Li Brîtanyayê di çarçoveya pîrozbahiyên Newrozê de agirê destpêkê li Brightonê hate dadan.

Li Londonê pîrozbahî wê 22'ê Adarê li Parka Finsbury bê lidarxistin û hunermend Bahar, Aziz Waisi, Pınar Aydınlar, Gülseven Medar, Dilo Doxan, Memozan û Mervan Şan wê derkevin ser dikê. Her wiha siyasetmedara Kurd Gultan Kişanak jî li gel gelek siyasetmedarên Îngiliz ê beşdarî pîrozbahiyê bibe.

Newroza Ciwanan a li Londonê jî wê bi dirûşma "Yekîtî û Azadî" êvara 21'ê Adarê li avahiya KCC bê dadan. Hunermend Berfin Aktay, Kewe, Merwan Şan û Ciwan Serhed wê derkevin ser dikê.

JI LIVERPOOLÊ HETA BI EXETERÊ PÎROZBAHIYÊN NEWROZÊ

Navnîşaneke din a pîrozbahiyên Newrozê yên li Brîtanyayê Liverpool e. Ji bajarên Manchester û bajarên derdorê jî wê gelek kes beşdarî pîrozbahiya 23'ê Adarê ya li Liverpoolê bibe. Di pîrozbahiya Liverpoolê de jî wê Dilo Doxan, Barham Şamami, Dj Halparke, Kewe û Koma Adar derkevin ser dikê.

Li herêma Devonê li bajarê Exeterê Newroz wê 24'ê Adarê li Corn Exchangê bê pîrozkirin. Hunermend Îbrahîm Mîra, Sîpan Xelat û Govenda Zarokan wê hunera xwe pêşkêş bikin.

SKOÇYA JI NEWROZÊ RE AMADE YE

Li bajarê Edinburgh ê Skoçyayê weke her sal îsal jî wê Newroz bi coş bê pîrozkirin. Pîrozbahî wê li qada Navenda Civaka Kurd di 29'ê Adarê de pêk were û hunermend Hedayat Haghani, Omid Taaosi û Erol Berxwedan derkevin ser dikê.

Li bajarê Cardiff ê Walesê jî di 30'ê Adarê de Newroz wê bê pîrozkirin.

Li Brîtanyayê li gel pîrozbahiyên girseyî wê resepsiyon jî bêne dayin. Li Parlamenta Brîtanyayê wê bi beşdariya Kurdistaniyan resepsiyona kevneşop a Newrozê bê dayin. di vê çarçoveyê de şaredariyên Hackney, Haringey, Enfield, Westminster û Islingtonê yên Londonê resepsiyonê lidar bixe. Weke her sal ji resepsiyona li Parlamenta Brîtanyayê re wê Serokê Komara Avamê Rt Hon Sir Lindsay Holye mêvandariyê bike.

Hevserokê Meclîsa Gelê Kurd a Londonê û Endamê Komîteya Amadekar a Newrozê ya Brîtanyayê Îshak Mîlanî bang li Kurdistaniyan û dostên wan kir ku agirê Newrozê bi hev re geş bikin.

Mîlanî anî ziman ku li Bakur, Başûr, Rojava û Rojhilat gelê Kurd li gel zor û zehmetiyan jî îradeya xwe ya demokratîk nîşan dide û destnÎşan kir ku yekîtiya neteweyî ya Kurd mecbûriyeteke dîrokî ye.

Bi navê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Brîtanyayê jî Mazlûm Rojava bang li ciwanên Kurdistanê kir ku agirê vejîn, berxwedan û azadiyê bi hev re dadin.

BERNAMEYA NEWROZA 2026 A BRÎTANYAYÊ

LONDON
22'ê Adarê roja Yekşemê
Saet: 11:30
Cih: Finsbury Park

***
Newroza ciwanan a Londonê
21'ê Adarê roja Şemiyê
Saet: 18:00
Cih: Navenda Civaka Kurd a Londonê

LIVERPOOL
23'ê Adarê roja Duşemê
Saet: 17:00
Cih: Grand Central Hall 

EDINBURGH
29'ê Adarê roja Yekşemê
Saet: 12:30
Cih: Navenda Civaka Kurd a Edinburghê

EXETER
24'ê Adarê roja Sêşemê
Saet: 18:00
Cih: Exeter Corn Exchange 

CARDIF
30'ê Adarê roja Duşemê
Saet: 18:00
Cih: Navenda Bajêr