Huseyîn Engizek, di salvegera 1’emîn a şehadeta xwe de hate bibîranîn
Huseyîn Engizek (Cafer) ê ku di 14’ê Adara 2024’an de li Rojava şehîd ketibû, li bajarê Koln ê Almanyayê bi çalakiyekê hat bibîranîn.
Huseyîn Engizek (Cafer) ê ku di 14’ê Adara 2024’an de li Rojava şehîd ketibû, li bajarê Koln ê Almanyayê bi çalakiyekê hat bibîranîn.
Huseyîn Engizek (Cafer) ê ku di 14'ê Adara 2014'an de şehîd ketibû, îro li bajarê Koln ê Almanyayê bi merasîmekê hat bibîranîn. Tevî malbatên Zogurli, Kaytan û Altun, gelek malbatên şehîdan jî beşdarî merasîmê bûn. Salona Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ku bîranîn lê hat kirin, bi wêneya Huseyîn Engizek, kulîlk û mûman hat xemlandin.
ŞENGÊ KAHRAMAN: DIVÊ EM JI BO ŞEHÎDÊN XWE LI SER PİYAN BIN
Merasîm saet di 13:00'an de bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir û axaftina yekemîn li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan (KOMAW) Şengê Kahraman kir. Şengê Kahraman destnîşan kir ku bîranîn û wesiyetên şehîdan hene û diyar kir ku divê mirov ji bo têkoşînê amade û bi biryar be.
Şengê Kahraman wiha axivî: "Ez hem hevalê Cafer û hem jî hevalên ku di pêvajoya dawî de şehîd bûne bi rêzdarî bi bîr tînim. Em her hefte ji bo şehîdên xwe bîranînan çêdikin. Me şerekî dijwar û pêvajoyeke awarte ya giran derbas kir. Ev yek çi tîne bîra me? Ku divê em her dem zindî û amade bin... Divê em ji bo şehîdên xwe li ser piyan bin. Wan got 'Ez ji bo gel û welatê xwe dikevim vê rêyê' û canê xwe feda kirin. Em dikarin çi bikin? Divê em li ser vê bifikirin. Ji ber ku bîranîn û wesiyetên şehîdan hene."
ELÎ ENGÎZEK: HEGER EVÎNEK WE HEBE, DIVÊ HÛN BERDÊLA WÊ BIDIN
Di merasîmê de li ser navê malbata Huseyîn Engizek, Alî Engizek axaftinek kir. Engizek diyar kir ku di sala 1976'an de di meha sibatê de têkoşîn nas kiriye, ji wê rojê ve 50 sal in di nav de ye, 14 salên wî di zindanê de derbas bûne û got heger temenekî wî yê din hebe dê dîsa bide. Engizek bîranînek ji jiyana Seyyîd Nesîmî parve kir û wiha got:
"Seyyîd Nesîmî her tim davêjin zindanê. Her carê du-sê meh an pênc meh tê girtin û tenê çerm û hestî jê re dimîne. Rojekê dîsa li Bexdayê tê girtin. Piştî 4-5 mehan, di nav birîn û xwînê de tê berdan. Derdikeve ser pira ser çemê Dîcleyê. Hevalekî wî, wî dibîne û dipirse: 'Erenler çima wusa bû? Ev çi xwîn û birîn e?' Seyyîd Nesîmî wiha bersiv dide: 'Ev hêsirên evîna min in.' Hevalê wî dibêje: 'Ma evîna te xwînê bi te dide girîn? Te di nav birînan de dihêle?' Seyyîd Nesîmî wê rojê bersivekê dide ku ji kûrahiya dîrokê gihîştiye îro. Dibêje: 'Erê, şifaya evînê di jehra wê de ye.' Yanî heger evînek, sewdayek we hebe, hûn neçar in berdêla wê bidin. Ev hevoka Seyyîd Nesîmî divê ji bo me bibe rêber. Bi giştî şehîdên Kurdistanê û bi taybetî yên Tevgera Azadiya Kurdistanê, lêgerîna vê heqîqetê ye."
HUSEYÎN ENGÎZEK KÎ YE?
Huseyîn Engizek di sala 1955’an de li gundê Gonîg ê Pazarcixê ji dayik bû. Enstîtuya Hunerê ya Taybet û Enstîtuya Perwerdeyê qedand.
Di sala 1976'an de piştî ku Hakî Karer û Kemal Pîr nas kir, fikra rizgariya Kurdistanê pejirand û tevli şoreşê bû. Di navbera salên 1976-1980 de li Mereş, Dîlok û Semsûrê xebatên şoreşgerî meşandin.
Di salên 1981-1982'an de li Efrîn û Helebê di rêxistinkirina gel de cih girt, her wiha li ser sînor jî derbasbûnên veşartî rêxistin kir. Di navbera salên 1984-1990'an de li herêmên ji başûrê Zapê heta Botanê li dijî dewleta Tirk şer kir. Di navbera salên 1991-1994'an de li eyaleta Tolhildanê, di navbera 1994-1999'an de li Botan û Behdînanê şer kir.
Piştî sala 1999'an derbasî Başûrê Kurdistanê bû û li vir 7 pirtûkên ku yek jê lêkolîn û yên din çîrok û roman in nivîsandin. Navên pirtûkan ev in: “Bênav”, “Berxên Me”, “Gewro û Gewrê”, “Serket”, “Sîsê” û “Her Tiştê Me”.
Her wiha Engizek ku salên dirêj di xebatên perwerdehiya gerîlayên nû de û di Akademiya Zanistên Civakî de cih girt, sê salan li Rojhilatê Kurdistanê wekî Nûnerê KCK’ê wezîfedar bû.
Huseyîn Engizek, di 14’ê Adara 2024’an de li Rojavayê Kurdistanê li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin, şehîd ket.