Nûnerên partî û hêzên siyasî yên Kurdistanî li Laheyê li hev civiyan
Civîna partî û hêzên siyasî yên Kurdistanê li bajarê Lahey ê Hollandayê ji bo nîqaşkirina pêşketinên li Kurdistanê hate lidarxistin.
Civîna partî û hêzên siyasî yên Kurdistanê li bajarê Lahey ê Hollandayê ji bo nîqaşkirina pêşketinên li Kurdistanê hate lidarxistin.
Partî û hêzên siyasî yên Kurdistanê li bajarê Lahey ê Hollandayê duh roja Yekşemê (14’ê Adara 2026’an) civînek hevbeş lidar xistin. Nûnerên gelek partî û rêxistinên siyasî yên Kurd beşdar bûn. Ev civîn di çarçoveya xurtkirina hevrêzî û karê hevbeş a navbera hêzên Kurdistanê yên li derveyî welat de hate lidarxistin.
Civîn ji bo cangoriyên Kurdistanê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre civîn bi gotineke pêşwaziyê hate vekirin û girîngiya yekîtiya Kurdî û xurtkirina karê hevbeş hate vegotin.
Di civînê de beşdaran pêşveçûnên siyasî yên li Kurdistanê, şerê DYE-Îsraîl û Îranê û bandorên vî şerî yên li ser doza Kurd nîqaş kirin.
Di dawiya civînê de beşdarên civînê girîngiya berdewamkirina civîn û şêwirmendiyê ya di navbera hêzên siyasî yên Kurdistanê de destnîşan kirin.