BI DÎMEN

Li Munchenê Newroz bi coş hat pîrozkirin

Kurdistanî û dostên wan, li paytexta Elmanyayê Munchenê bi rengekî girseyî tevlî şahiya Newrozê bûn. Di çalakiyê de agirê Newrozê hat pêxistin û peyamên yekîtî û piştgiriyê hatin danîn.

Yek ji pîrozbahiyên Newrozê yên yekem a îsal li bajarê Munchenê ya Elmanyayê hat lidar xistin. Pîrozbahî bi pêşengiya Meclîsa Civaka Kurd a Demokratîk li ber Şaredariya Munchenê hat lidarxistin.

Pîrozbahiya Newrozê bi vêxistina agir dest pê kir. Agir ji aliyê dayika Azad Argeş (Thomas J. Spies) ku di 15’ê Hezîrana 2023’yan de li Xakurkê şehîd bibû û xwişka Mazlûm Dogan Nezaket Dogan ve hate pêxistin.

Pîrozbahiyê bi deqeyeke rêzgirtin destpê kir. Bi hezaran Kurdistanî û dostên wan di pîrozbahiyê de amade bûn. Nûnerên Kurd ên ku di pîrozbahiyê de axivîn, ewil Endamê Konseya Hevserokatiya PYD’ê Salih Muslim ku li Hewlêrê jiyana xwe ji dest dabû bibîr anîn.

Di axaftinan de, behsa girîngiya yekîtiya neteweyî ya li çar parçeyên Kurdistanê û hevgirtina bi berxwedana Rojava re hat kirin. Her wiha hat gotin ku divê Kurd li ser bingeha yekîtiyê têkoşîna xwe bidomînin.

Di pîrozbahiyê de Hozan Comert, Hozan Sosin, Dengê Mazlûm, Azadî, Firoz Mîranî û Koma Erebane Med derketin ser dikê. Di şahiya Newrozê de gelek car dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bijî Newroz” û “Jin Jiyan, Azadî” hatin berzkirin.

Pîrozbahiya Newrozê, heta derengiya şevê bi muzîk, sirûdên berxwedanê û gerandina govendê dewam kir.