Li bajarê Marsîlya yê Fransayê di çarçoveya Hefteya Qehremaniyê de bernameyek bîranînê hat lidarxistin.
Gelek Kurdistanî beşdarî bîranîna ku ji bo bîranîna şehîdên Helebceyê ya 16’ê Adara 1988’an û Qamişloyê di 12’ê Adara 2004’an de pêk hatin û endamê Desteya Hevserokatiyê ya PYD’ê Salih Muslim ku di 11’ê Adarê de, helbestvan Ehmed Huseynî ku di 10’ê Adarê de û rojnamevan Osman Kiliç ku di 12’ê Adarê de jiyana xwe ji dest dan ku li hola Şaredariya Marsîlyayê hat lidarxistin bûn.
Bername bi deqeyek rêzgirtina ji bo Şehîdên Azadiya Kurdistanê dest pê kir. Piştre Şêx Murşid Xeznewî axivî. Xeznewî Cejna Remezanê li gelê Kurd pîroz kir û wiha axivî: "Cudahiya di navbera mirin û şehadetê de mezin e. Mirin ji bo her kesî neçar û normal e; lê şehadet ne normal e. Yên ku di rêya têkoşînê de digihîjin şehadetê, ew in ku ji bo gel û neteweya xwe mirin dane ber çavên xwe ne. Ev diyariyek mezin e ku Xwedê daye wan. Wekî ku di Qurana Pîroz de hatiye gotin şehîd namirin; ew sax in, lê em jê haydar nînin. Şehadet ji her kesî re nayê gotin, tenê ji kesên bijartî re tê gotin.”
Şêx Xeznewî diyar kir ku Salih Muslim jiyana xwe ya heftê û pênc salan ji bo doza Kurd, Şoreşa Rojava û destkeftiyên neteweyî terxan kiriye û got, "Bavê Welat di têkoşînê de rêberek bi biryar û welatparêzek mînak bû. Helbestvan Ehmed Huseynî, bi helbestên xwe yên zelal û paqij a Kurdî, di dilê gelê Kurd de cih girtiye. Ez ji Xwedê rehmê ji bo herduyan dixwazim. Ez li ber bîranîna wan bi rêzdarî bejna xwe ditewînim."
Piştî axaftinê, mewlûd hat xwendin û îftar vekirin. Bîranîn bi dirûşmeya "Şehîd namirin" bi dawî bû.