BI DÎMEN

Tulay Hatîmogullari: Bi pîvanên kêm aştiya mayînde nabe

Hevseroka Giştî ya Partiya DEMê Tulay Hatîmogullari, di panela ku li Düsseldorfê hat lidarxistin de axivî û diyar kir ku ji bo aştiyeke mayînde divê pîvanên bingehîn aştî, azadî, demokrasî û hiquq bin.

Li Elmanyayê, ji aliyê Yekîtiya Jinên Elewî (YJE) ve bi sernavê “Jin, Jiyan, Siyaset” li Cemxaneya Düsseldorfê panelek hat lidarxistin.

Panelê ku bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, axaftina vekirinê ji aliyê Seroka Rûmetê ya Cemxaneya Düsseldorfê Canan Sarı ve hat kirin. Canan Sarı, bal kişand ser hînkirinên qedîm ên baweriya Elewîtiyê û diyar kir ku jin û mêr wekhev hatine afirandin. Sarı destnîşan kir ku wekhevî, xuyabûna di jiyanê û siyasetê de û mafê gotinê ji meseleyên herî bingehîn ên mirovahiyê ne; wê da zanîn ku di civakeke ku jin lê paşve hatibe hiştin de mirov nikare behsa dadwerî û demokrasiyê bike, ji ber vê yekê jî ji bo wekheviya civakî û heqaniyetê divê jin di rolên aktîf de hîn bêtir li pêş bin.

LI EWROPAYÊ JINÊN KURD ÊN ELEWÎ RASTÎ ASÎMÎLASYONÊ TÊN

Piştî axaftinên vekirinê, panel bi moderatoriya Gulay Bektaş dest pê kir. Di panelê de Hevseroka FEDAyê Huriye Kabayel ewil axivî û diyar kir ku pirsgirêkên civakî yên jinên Elewî û bi giştî yên hemû jinan wek hev in: “Dema jin tên kuştin, dîn û nijad ferq nake; kujerî û xizanî her wek hev in. Em dizanin ku di baweriya Elewîtiyê de jin her dem pêşeng e. Li ku derê zilm hebe em li wir in. Li Ewropayê bi taybetî jinên Kurd ên Elewî bêtir bi asîmîlasyon û zextan re rû bi rû dimînin. Ji ber vê yekê pêdiviya me bi birêxistinbûn, piştgirî û bihêzbûnê heye. Divê em pirsgirêkên xwe bibînin, xwedî lê derkevin û bi hev re têbikoşin.”

DIVÊ HEBÛNA JINÊN ELEWÎ DI CEMXANEYAN DE DIYARTIR BE

Seroka Giştî ya YJE’ê Ozgur Demir bal kişand ku keda jinan di cemxaneyan de nayê dîtin û wiha got: “Di Elewîtiyê de jin û mêr wekhev in. Wekî ku di hînkirinên Hunkar Hacî Bektaş-i Velî de jî hatiye destnîşankirin, şêr şêr e, çi jin e çi mêr e. Lê di rastiyê de em nikarin Riya xwe bi temamî bijîn. Armanca me ne dûrxistina mêran e, lê divê em kêmasiyên xwe bibînin, hişyar bibin û têkoşînê bidomînin. Jin kedê didin, amadekariyan dikin lê pir caran nav û keda wan nayê dîtin. Maf nayê dayîn, tê girtin. Birêvebirina vê têkoşînê berpirsiyariya me ye.”

TUNDİYA LI SER JINÊN KOÇBER PIRSGIRÊKEK PERGALÎ YE

Seroka Komeleya Jinên Koçber Dr. Esma Çakır Ceylan jî behsa azmûnên jinên koçber ên li Elmanyayê û newekheviyên ku pê re rû bi rû ne kir û got: “Ji jinên ku di salên 1960î de hatine heta nifşên îro, jinên koçber bi jiyaneke ku zayendî, nasname, nijad û bêwekheviya aborî tê de ye, rû bi rû man. Tundiya li ser jinê pirsgirêkek gerdûnî ye. Lê ji bo jinên koçber astengiyên wekî ziman, girêdayîbûna aborî û statuya rûniştinê, derketina ji nava tundiyê zehmettir dike. Peymana Stenbolê ji ber vê yekê girîng e. Tundî ne çandî ye, wekî pirsgirêkek avahî tê pênasekirin û tiştê ne diyar, diyar dike.”

DI BAWERİYA ELEWÎTİYÊ DE WEKHEVÎ ESAS E

Hevseroka Giştî ya Partiya DEMê Tulay Hatîmogullari ya ku beşdarî panelê bû, di axaftina xwe de bal kişand ku di dirêjahiya dîrokê de laş, ked û nasnameya jinê ji aliyê pergala serdest û baviksalar ve hatiye mêjandin. Hatîmogullari got: “Di baweriya Elewîtiyê de cudahiya jin û mêr tune ye. Em bi vê xeyalê têkoşîna xwe dimeşînin. Hevserokatî û temsîliyeta wekhev ne tenê sembolîk e; divê nêrîn û xeta jinê di lijneyên rêveberiyê û partiyên siyasî de jî hebe. Bi têkoşîna me ya kotayê û wekheviyê ya ku li Tirkiyeyê bi salan dom kir, îro di Partiya DEMê de kotaya jinan gihîştiye %50î. Wekî tevgera jinan armanca me ew e ku em hebûna jinan a fîzîkî û fikrî diyar bikin.”

AKP BI SER LAŞÊ JINÊ VE CIVAKEKÊ AVA DIKE

Tulay Hatîmogullari diyar kir ku AKP bi ser dijminatiya jinê re siyasetê dimeşîne û wiha berdewam kir: “Peymana Stenbolê û zagona hejmar 6284, tevî ku qanûnên jiyanî ne ku jin û zarokan diparêzin, şevekê ji nişka ve hatin nîqaşkirin û betal kirin. Desthilatdariya heyî hewl dide bi ser bedena jinê re civakeke muhafazakar ava bike. Em jin, çi serê me girtî be çi vekirî, em ê dest bidin hev û li dijî hişmendiya mêr-serwer têkoşînê bikin. Cil û bergên jinan nabe ku bibe amûrê siyasetê; em li hemberî vê yekê bi hemû tevgerên jinan re di nava piştgiriyê de ne.

DESTKEFTİYÊN ROJAVA DESTKEFTİYÊN JINAN IN

Hatîmogullari bal kişand ser serkeftinên li Rojava ku di heman demê de destkeftiyên jinan in û got: “Serkeftinên şervanên jin li Rojava, ji aliyê hêzên mêr-serwer ve tên hedefgirtin. Tundiya li ser laşên jinên qetilkirî li dijî hiquqa şer a navneteweyî ye. Ji ber ku serkeftina jinan belav bibe, dê bibe îlhameke mezin ji bo Îran, Iraq, Yemen û herêmên din. Ev encama siyaseta wan kesên ku Îslamê ji bo siyasetê bi kar tînin û têkiliya wan bi nirxên olî re tune ye.”

JI BO BERDEWAMİYA PÊVAJOYÊ EM DIPAYÊN KU ZAGON DERKEVIN

Tulay Hatîmogullari derbarê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de jî wiha got: “Di 27ê Sibatê de bi banga Birêz Ocalan a ji bo Aştî û Civaka Demokratîk pêvajoyek dest pê kir. Piştî vê bangê di navbera PKK û dewleta Tirkiyeyê de hevdîtinên cuda hatin kirin. Em wekî Partiya DEMê perçeyekî aktîf ê pêvajoya muzakere û diyalogê ne. Rapora ku di komîsyona parlamentoyê de hat amadekirin gihîşt qonaxa dawî. Em jî wekî partî bi tespît û rexneyên xwe tevkariyê li pêvajoyê dikin. Ji bo ku ev pêvajo bi aştiyeke mayînde bi encam bibe, divê pîvanên bingehîn aştî, azadî, demokrasî û hiquq bin. Pêvajoya demokratîkbûnê bi mafên gelên cuda ve girêdayî ye. Ji bo Elewî, Kurd, Ereb û civakên din karibin bawerî û zimanê xwe bi azadî bijîn, Komara Demokratîk şert e.

POLÎTAKAYÊN LI SER ELEWİYAN BI RÊYA FERZKIRINÊ NE

Seroka Giştî ya Ewropayê ya YJE’ê Leyla Solmaz jî anî ziman ku Elewî û gelên din di dema giran de derbas dibin û got: “Polîtîkayên dewletê yên li ser Elewiyan ferzkirin e. Li Ewropayê nûner tên şandin û serdana cemxaneyan dikin; girîng e ku dema kesek tê, berê ji federasyonê re bê ragihandin.”

Seroka Rûmetê ya Cemxaneya Düsseldorfê Canan Sarı jî got: “Heta îro di tevgera Elewiyan de navên girîng hatin û çûn, lê bandoreke mayînde û dirêj çênekirin. Jinên ku îro li ser vê masê ne, çi di tevgera Kurd de be çi di rêxistinên jinên Elewî yên Ewropayê de be, mafên kêmneteweyan diparêzin û di rêxistinkirinê de aktîf in. Ev nîşaneya wê yekê ye ku jinên Elewî li her derê ne û beşdarî têkoşînê dibin.”

Panel bi pirs û bersivan bi dawî bû.