BI DÎMEN

Li Parîsê şeva aştî û piştevaniyê

Li banliyoya Sarcelles a paytexta Fransa Parîsê, bi şîara “Em cewherê aştiyê û mîsogeriya civaka demokratîk in” merasîmek hate lidarxistin.

Li banliyoya Sarcelles a paytexta Fransa Parîsê duh bi şev merasîmeke piştevaniyê hate lidarxistin. Merasîm ji aliyê Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) û Civaka Demokratîk a Kurd ve bi şîara “Em cewherê aştiyê û mîsogeriya civaka demokratîk in” hate organîzekirin.

Nûnerên Fransayê yên FEDA’yê di merasîmê de axaftina vekirinê kirin. Piştre bi gulbanga ku ji aliyê Pîr Riza Yagmûr ve hatî xwendin, bername destpê kir.

Hevserokê FEDA’yê Şahîn Polat axivî û bal kişand ser kedên di têkoşîna azadiyê de hatine dayîn.

Her wiha endamê Desteya Hevserokatiya PYD’ê şehîd Salih Muslim jî hate bîranîn.

Hunermend Lale Koçgun jî derket ser dikê û bi Kurdî, Tirkî û Ermenî stran gotin.

Hevserokên Konseya Kurd a Demokratîk a Fransayê (CDKF), şaredar, nûnerên MARADEF, Partiya Gel a Komarê û saziyên civaka demokratîk jî beşdarî merasîma şev bûn.