BI DÎMEN

Salih Muslim li Liverpoolê hat bîranîn: Bîranîna wî wê timî berxwedan û têkoşînê bîne bîra me

Li Liverpoolê ji bo endamê Desteya Hevserokatiyê ya PYD’ê Salih Muslim merasîma bîranînê hat lidarxistin û wiha hat gotin, "Bîranîna şehîdê ku jiyana xwe ji bo azadiya gelê xwe terxan kiriye wê timî berxwedan û têkoşînê bîne bîra me.”

Li Liverpool a Brîtanyayê ji bo endamê Desteya Hevserokatiyê ya PYD’ê Salih Muslim ku roja Çarşemê jiyana xwe ji dest da merasîma bîranînê hat lidarxistin. Merasîm ji aliyê Meclîsa Gel a Liverpoolê ve hat organîzekirin. Li hola merasîmê de alayên PYD, YPG, YPJ û TEV-DEM’ê hatin daliqandin.

Merasîma bîranînê di şexsê Salih Muslim de bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên Azadiya Kurdistanê dest pê kir. Di bîranînê de sînevîzyona li ser jiyan, têkoşîn û tevkariya Salih Muslim a di Tevgera Azadiya Kurd de bi berfirehî vedibêje, hat pêşandan. Di pêşandanê de bal kişandin ser xebata Salih Muslim a di siyaseta demokratîk û rola di têkoşîna azadiyê ya gelan de lîstiye.

Berdevka Hevberdevka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Perwîn Yûsif bi rêya înternetê beşdar bû û got: "Heval Salih Muslim şoreşgerekî ku tevkariyeke girîng di pêşxistina siyaseta demokratîk de kir. Ew ne tenê siyasetmedarek bû; ew welatparêzekî ku ji bo gelê xwe bedelên mezin da. Xebata wî di nav partiya me de dîrokî ye û ev xebat îro jî têkoşîna me ronî dike."

Hevjîna Muslim Eyşe Efendî jî bi rêya înternetê beşdar bû û diyar kir ku Salih Muslim ji bo yekîtî, wekhevî û azadiya hemû gelan, bi taybetî gelê Kurd têkoşiya. Ayşe Efendî anî ziman ku îdeolojiya Rêber Apo perspektîfeke xwişk-biratî û jiyana hevbeş di navbera gelan de pêşkêş kir û da zanîn ku Salih Muslim di tevahiya jiyana xwe de têkoşîna xwe li gorî van nirxan meşand.

Hevberdevkê Civaka Azad a Brîtanyayê Êrîş Silimanî di bîranînê de axivî û got:

"Şehîd Salih Muslim yek ji parêzvanên bihêz ên perspektîfa neteweya demokratîk û têkoşîna hevpar a gelan bû. Xebata wî ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo hemû gelên li Rojhilata Navîn tevkariyeke girîng di têkoşîna azadî û demokrasiyê de kir. Erka me ya îro ew e ku em mîrateya têkoşîna ku şehîdên me hiştine berfireh bikin û têkoşîna azadiyê ya gelên me hîn bêtir pêş bixin. Rêya herî rast ji bo zindî hiştina bîranîna şehîdên me ew e ku em nirxên wan biparêzin û têkoşîna rêxistinkirî berfireh bikin.Bîranîna şehîdên me dê her gav berxwedan û têkoşînê bi bîr bîne."

Di bîranînê de dirûşmeya "Şehîd namirin" hat berzkirin. Bîranîn bi soza têkoşîna ji bo bîranîna şehîdan bi dawî bû.