Li Montpellierê konferansa ‘paşeroja Rojava’
Li bajarê Montepellierê yê Fransayê konferans û civîneke nîqaşê hatin lidarxistin û geşedanên siyasî yên li Rojava û pêşeroja herêmê hatin gotûbêjkirin.
Li bajarê Montepellierê yê Fransayê konferans û civîneke nîqaşê hatin lidarxistin û geşedanên siyasî yên li Rojava û pêşeroja herêmê hatin gotûbêjkirin.
Li Navenda Martin Luther King a li bajarê Montpellier ê Fransayê konferanseke bi sernavê ‘’Wê paşeroja Rojava çawa be?’’ û civîneke nîqaşê hatin lidarxistin.
Gelek kes beşdarî bernameyê bûn û bername bi nîşandana belgefîlmekê dest pê kir. Piştre nûnera Navenda Demokratîk a Kurd a Montpellierê Gokçe Çîftçî têkildarî geşedanên siyasî yên li Rojava û pêşeroja herêmê axivî.
Gokçe Çîftçî di axaftina xwe de bal kişand ser pêşketina Rojava ya dîrokî û diyar kir ku ev modela ku xwe dispêre konfederalîzma demokratîk, pêkvejiyana gelan û wekheviya jin û mêran li Sûriyeyê di bin şert û mercên şerî de derketiye holê û pêş ketiye. Her wiha diyar kir ku lihevkirina ku di 30’ê Çileya 2026’an de di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û rêveberiya Şamêde hatiye îmzekirin ji bo Rojava gelekî girîng e û got ku ev pêngav dikare weke geşadaneke têkildarî naskirina statuya herêmê ya bi awayekî fermî were nirxandin.
Her wiha di pêşkêşiyê de îşaret bi rola şoreşa jinan a li Roja hate kirin û hate diyarkirin ku erk û berpirsiyarên ku jinan di qadên weke siyasî, civakî û leşkerî de girtine ser milên xwe yek hêmanên herî diyarker ên vê modelê ne. Piştî axaftinê beşdarvanan li gel pirsên xwe beşdarî gotûbêjê bûn.
Di dawiya bernameyê de Gui Guillot a yek ji damezrînera Kafe Aktuelê û aktîvîsta ku bi salên dirêj e piştgiriyê dide têkoşîna gelê Kurd axivî. Gui Guillot di axaftina xwe de hevjînê xwe yê jiyana xwe ji dest dayî, bi bîr anî û bal kişand ser xebatên ku bi hev re kirine.
Civîn, li gel bibîrxistina girîngiya piştevaniya navneteweyî ya ji bo geşedanên li Rojava bi dawî bû.