Di 6'ê Çileya 2026’an de, piştî êrîşa HTŞ û çeteyên girêdayî dewleta Tirk li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê, platformek bi navê Platforma Parastina Kurdistanê li Avusturya hate damezrandin. Ev platform ji partî û rêxistinên her çar perçeyên Kurdistanê hat avakirin.
Bi şerê ku di navbera DYA, Îsraîl û Îranê de derketiye holê, bi taybetî Rojhilatê Kurdistanê û hemû erdnîgarîya Kurdistanê bûne qada şer û pevçûnên dijwar. Li ser vê bingehê, platform civînek awarte li dar xist û gelek biryar girtin. Ev platform ji 21 parti, rêxistin û saziyan her çar perçeyên Kurdistanê pêk tê.
Gelek partî, rêxistin û komalên ji çar parçeyên Kurdistanê tevlî civîna ku di 8’ê Adara 2026’an de li Viyanayê hate lidarxistin bû.
Di civînê de giftûgoyên berfireh li ser rewşa gelê Kurd ku têde derbas dibe hat kirin û ji bo yekîtî û hevahengiya gelê Kurdistanê xurt bibe nîqaş hat kirin.
Rewşa Rojhilatê Kurdistanê bi taybet hat nîqaşkirin ku platform di derheqê Kurdîstana Rojhilat de hinek biryara bistîne û wiha hate gotin, “ Sedema ku niha li Rojhilatê Kurdistanê şerekî giran qewimiye. Gelê Kurd di vê pêvajoyê de di xeterekî mezin de derbas dibe. Ev şer bandorê li gelê herêmê jî dike.”
Hemû hîzb û rêxistinên ku tev li civînê bûn xwe li hember rewşa Rojhilat di atmosferekî berpirsiyar de ditin û bi ruhê yekîtîyê tevgeriyan. Beşdarvanên civînê girîngiya yekgirtina hewildanan û xurtkirina hevkariyê di vê qonaxa hestiyar de ragihandin. Her weha beşdarên platformê diyar kirin ku her çalakî û xwepêşandanê çêbibin gerek di xizmeta doza Rojhilatê Kurdistanê de be û mafên wî biparêze.
Platformê bang li gelê Kurdê Nemsayê û Viyanayê kir ku her dem hişyar bin ku ger êrîş li ser Kurdistanê çêbibin, li gorî banga platformê û bi ruhê yekîtiyê tevbigerin.
Beşdaran bal kişandin ser domandina têkilî û hevahengiyê di nav hêz û rêxistinên Kurdistanî de, ku berjewendiyên netewî yên hevpar biparêzin û ji bo pêşeroja gelê Kurdistanê karê hevpar bên kirin.
Di dawiya civînê de, ji bo Platforma Parastina Kurdistanê kar û xebatê xwe zêdetir pratîk bide meşandin, ji aliyê beşdaran ve komîtek hat hilbijartin. Ev komîte, ji bo temsîlkirin û her weha şopandina kar û xebatên Platforma Parastina Kurdistanê, di qonaxa pêşde wê berpirsiyar be.