BI DÎMEN

Li Lorientê meşa li dijî nîjadperestî û faşîzmê

Li bajarê Lorient ê Fransayê bi sedan kes di meşa çarçoveya 14’ê Adarê hat lidarxistin de, li dijî nîjadperestî, faşîzm û tundiya dewletê daketin qadan.

Li bajarê Lorient ê Fransayê di çarçoveya 14’ê Adarê de li dijî nîjadperestî, faşîzm û tundiya dewletê meş hate lidarxistin. Girseyê li qada  Place Aristide Briandê li hev  civiya.

Piştî kombûnê dest bi meşê kirin û heta pêşiya nûnertiya Préfecture du Morbihan meşiyan. Piştî axaftinên li vir, navên kesên ku li Fransayê di encama êrîşên nîjadperestî de jiyana xwe ji dest dane, hatin xwendin û bi bîr anîn.

Çalavanan piştî bîranînê dîsa dest bi meşê kirin û li navenda bajêr li dijî nîjadperestî û faşîzmê dirûşmeyan berz kirin. Beşdaran di daxuyaniyên xwe de peyama “Em  ê di taxên we de rê nedin faşîzmê” dan û li dijî nîjadperestiyê banga mezinkirna têkoşînê kirin.