PÎK’ê ji bo Salih Muslim peyama sersaxiyê da

Partiya Îslamî ya Kurdistanê (PÎK) ji ber wefata siyasetmedar Salih Muslim peyama sersaxiyê da.

Serokê Giştî yê Partiya Îslamî ya Kurdistanê (PÎK) Hîkmet Serbilind ji ber wefata siyasetmedarê Kurd û hevserokê berê yê PYD’ê Salih Muslim peyama sersaxiyê da.

Peyama PÎK’ê wiha ye:

“Bi xemgînî em bi wefata siyasetmedarê Kurd, birêz Salih Muslim, endamê Konseya Hevserokatiyê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), agahdar bûn û em gelekî xemgîn bûn. 

Rehma Xwedê lê be û cîhê wî bihuştê (cennet) be, înşallah.

Birêz Salih Muslim ji bo mafên gelê Kurd li hember dewletên dagirker gelek kar û xizmetên kêrhatî kirine.

Em li ser navê PÎK’ê sersaxiyê ji bo malbat û rêhevalên birêz Salih Muslim û gelê Kurd dixwazin. Xwedê sebrê bide malbata wî.”