BI DÎMEN

Ji bo rojnamevana winda Eva Maria Michelmann, li Kolnê banga lezgîn hat kirin

Li Kolnê ji bo rojnamevanên li Rojavayê winda bûne, Eva Maria Michelmann û Ahmed Polat, civîneke çapemeniyê hat lidarxistin. Malbat parêzer û rêxistinên çapemeniyê bang li hikûmeta Elmanyayê û saziyên navneteweyî kirin ku çarenûsa rojnamevanan eşkere bibe

Rojnamevan Eva Maria Michelmann (37) a ku geşedanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dişopand û hevkarê wê Ahmed Polat, ji 18’ê Rêbendana 2026’an vir ve winda ne. Malbata Eva Maria Michelmann, parêzer û rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê îro li avahiya Alte Feuerwache ya Kolnê bi civîneke çapemeniyê bang li hikûmeta Elmanyayê û raya giştî ya navneteweyî kirin ku bi lezgînî alîkariyê bikin.

EVA LI KU DERÊ YE?

Dayika Eva Maria Michelmann, Ruth Rott-Michelmann di civîna çapemeniyê de axivî û diyar kir ku dîroka dawî ya ku keça wê sax hatiye dîtin 18’ê Rêbendanê ye û got: “Ji wê rojê ve me tu agahî jê negirtiye. Heta ku di destê me de delîlek nebe em hêviya xwe diparêzin, lê em ji jiyana wê bi fikarin. Em tenê dixwazin bersiva pirsiyara ‘Eva li ku derê ye?’ were dayîn.” Birayê rojnamevanê, Dr. Antonius Michelmann jî beşdarî civînê bû û bang li raya giştî ya navneteweyî kir ku hesas bin û ji bo dîtina rojnamevanên winda piştgiriyê bidin.

ANGAŞTA KU JI 40 SIVÎLAN HATINE VEQETANDIN Û LI SIWAREYÊ HATINE SIWARKIRIN

Parêzer Roland Meister ê ku derbarê pêvajoya hiqûqî de agahî dan, diyar kir ku rojnamevan li bajarê Reqayê di nav pevçûnan de mane. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, di 18’ê Rêbendanê de di dema êrîşa çeteyên girêdayî HTŞ-DAÎŞ û dewleta Tirk de, ji bo tehliyekirina nêzî 40 sivîlên ku xwe spartibûn avahiyekê, lihevkirinek hatibû çêkirin. Lê belê şahidan ragihand ku Eva Maria Michelmann û Polat ji sivîlên din hatine veqetandin, bi darê zorê li wesayiteke leşkerî hatine siwarkirin û birine cihêkî nayê zanîn.

Parêzer Meister diyar kir ku wan serî li Wezareta Karên Derve ya Elmanyayê daye û daxwaz kirine ku wezaret li cem hikûmeta demkî ya li Sûriyeyê hewildanên xwe zêde bike. Înisiyatîfeke ku Yekîtiya Rojnamevanên Elman (DJU), Rojnamevanên Bêsînor (RSF), Saziya Papalbridge û Platforma Dengê Girtiyan tê de cih digirin, xebatên xwe didomînin da ku mekanîzmayên navneteweyî yên mîna Xaça Sor û Neteweyên Yekbûyî bixin meriyetê.

DERBARÊ ROJNAMEVANÊN KU ÇARENÛSA WAN NAYÊ ZANÎN

Eva Maria Michelmann wekî pispora karên civakî û rojnamevana serbixwe bi salan e li Rojavayê li ser mafên jinan, dînamîkên civakî û modelên xwerêveberiya demokratîk nûçeyên qadê çêdikir. Wê nûçeyên xwe ji platformên mîna ETHA û Perspektive Online re dişandin.

Ahmed Polat jî endamê Saziya Çapemeniya Azad a Rojavayê bû, di bin banê Ozgur TV’yê de bername amade dikirin û di heman demê de redaktoriya Portala Nûçeyan a Kurdistan Azad dikir.

Dîroka 18’ê Rêbendana 2026’an a ku rojnamevan lê winda bûne, bi serdemeke ku tevgera leşkerî li herêmê zêde bûye û li xeta Reqayê kontrol hatiye guhertin re hevdem e. Malbat û hiqûqnas li ser wê îhtîmalê disekinin ku dibe ku rojnamevan ji ber xebatên xwe yên pîşeyî hatibin hedefgirtin.

Ji 18’ê Rêbendanê û vir ve tu nîşaneyên jiyanê ji Michelmann û Polat nehatine girtin. Malbat, parêzer û platformên piştgiriyê ji bo dîtina rojnamevanan û eşkerebûna çarenûsa wan xebatên xwe didomînin û daxwaza piştgiriyê ji raya giştî ya navneteweyî dikin.