Ji ber salvegera 27’emîn a Komploya Navneteweyî ya ku di 15’ê Sibata 1999’an de li dijî Rêber Apo hatibû pêkanîn, bi pêşengiya Meclîsa Gelê Kurd a Brîtanyayê li ber avahiya BBC ya Londonê mîtîng û meşeke navendî hat lidarxistin.
Mîtînga ku bi şîara “Ji Rêber Apo re azadî, ji Rojava re statû” hat organîzekirin, bi hezaran Kurdistanî bi taybetî ji bajarên Liverpool, Manchester, Sheffield, Hull, Brighton, Exeter, ji bajarê Edinburgh ê Skotlandayê û Cardiff ê Gallerê beşdar bûn. Di çalakiyê de ku bi sedan flamayên bi wêneyên Rêber Apo hatin hilgirtin, flamayên YPG û YPJ’ê û alên Kurdistanê jî hatin barkirin. Kurdistanî bi kincên xwe yên neteweyî hatin cem hev û stran û marşên li ser Rêber Apo û Rojava hatin lîstin. Di çalakiyê de pankart û dovîzên wekî “Em silavê li banga Abdullah Ocalan a ji bo aştî û civaka demokratîk dikin”, “Ji Ocalan re azadî, ji Rojava re statû”, “Israra di sosyalîzmê de, israra di mirovbûnê de ye”, “Rêber Apo hinceta me ya şer û aştiyê ye” hatin hilgirtin.
PIŞTGIRİYA BI DIRÛŞME Û BANNERAN
Bênavber dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Rojava”, “Bijî Serok Apo”, “Kurdistan Yek e”, “Free Ocalan”, “Yesterday Mandela, Today Ocalan”, “Freedom for Ocalan, states for Rojava”, “Long live Kurdîstan” û “Jin, jiyan, azadî” hatin berzkirin.
Çalakiya ku bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên şoreşa Kurdistanê dest pê kir de, li ser navê Tevgera Azadî Baran Karakoçan axivî. Karakoçan, di şexsê Şehîd Halît Oral û Aynur Artan de hemû şehîd bi rêzdarî û minnet bi bîr anî û got: “Ez li ber bîranîna Ziyad Heleb, Deniz Çiya, Ahmed Hemîn û hemû şehîdên Kurdistanê yên di berxwedana Rojava de jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bejna xwe ditewinim.”
DUBBINS: DILSOZİYA ME BI KAMPANYAYÊ RE DIDOME
Berdevkê Kampanyaya Freedom for Ocalan û Nûnerê Têkiliyên Navneteweyî yê Sendîkaya UNITE Simon Dubbins diyar kir ku 14 sendîkayên ku kampanyaya azadiya Rêber Apo dimeşînin vê dilsoziya xwe didomînin. Dubbins bi bîr xist ku di Festîvalên Durham û Tolpuddle Martyrs de bi şîara “Ji Ocalan re azadî” piştgiriyeke mezin bi gelê Kurd re hat nîşandan û got ku sendîka aştiyê, mafên jinan, tehemul û pirrengiyê diparêzin. Wî destnîşan kir ku ev nirx di heman demê de di nava Rêber Apo û Tevgera Azadiya Kurd de jî hene.
EM Ê BÊJIN AZADÎ JI BO OCALAN
Dubbins bi bîr xist ku ji sala 2014’an ve gelek kesan ji berxwedana li Kobanê ya li dijî DAIŞ’ê îlham girtine û got ku wan tundî û komkujiyên li Sûr, Silopî û Cizîra Botanê ji bîr nekirine. Dubbins diyar kir ku ew têkoşîna azadiya Kurd wekî beşek ji têkoşîna xwe dibînin û di serdanên Rojava de dîtine ku piştî wêraniya DAIŞ’ê civakeke nû, demokratîk û tevlihev hatiye avakirin. Dubbins fikarên xwe yên li ser zêdebûna tundrewiyê li Sûriyeyê anî ziman û destnîşan kir ku kampanya dê bi biryardarî li gel gelê Kurd bisekine, daxwaza azadiya Rêber Apo bike û di nava piştevaniyê de bimeşe.
MILLEY: DEM DEMA ZÊDETIR XWEDÎDERKETINA RAMAN Û VÎZYONA OCALAN E
Axaftvanê dawî yê mîtîngê, ji Beşa Sosyolojiyê ya Zanîngeha Cambridge Prof. Jeffy Milley jî got ku Rêber Apo bi jiyan, fikir û pratîka xwe bûye hedefa hêzên modernîteya kapîtalîst a komploger. Milley diyar kir ku lihevkirina li ser Rojava ya di navbera Tirkiye, Sûriye, DYA û Îsraîlê de dikare wekî komployeke navneteweyî were binavkirin û got: “Mîna komploya navneteweyî ya ku di sala 1999’an de bû sedema revandina Abdullah Ocalan a li Nairobiyê, ev Komploya Navneteweyî jî armanc dike ku deng û peyama Ocalan bêdeng bike.”
Milley bi bîr xist ku şoreşa li Rojava ji ramanên Ocalan, ji paradîgmaya modernîteya demokratîk an jî konfederalîzma demokratîk îlham girtiye û wiha axivî: “Li dijî zilm û kaosa krîza dawî ya modernîteya kapîtalîst, yekane alternatîfa pêkan û tê xwestin dikare bi vî rengî were kurtkirin: Konfederalîzma Demokratîk an jî felaket. Û ramanên Ocalan ên li ser vê alternatîfê; stûnên demokrasiya rasterast a li dijî dewletê, azadiya zayendî, lihevkirina pirçandî û jiyana ekolojîk, tevî gelek astengî û zehmetiyan di pratîkê de hatine bi cih kirin; dîsa jî şoreşa li Rojava bûye nîşaneke berbiçav a soza paradîgmaya nû.”
MEŞA BER BI MEYDANA TRAFALGARÊ Û ÇALAKİYA RÛNIŞTINÊ
Piştî axaftinan bi hezaran Kurdistanî bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bijî Rojava” ber bi Meydana Trafalgarê ve dest bi meşê kirin. Kurdistanî bi alên Kurdistanê, flamayên Rêber Apo û YPG’ê re peyama “Kurdistan yek e” dan.
Girseya gel paşê ji bo protestokirina komplogeran di sala 27’emîn de, li ser Oxford Circusê çalakiya rûniştinê pêk anî. Li kolana herî populer a Londonê eleqeyeke mezin ji bo Kurdistanî hat nîşandan û ji aliyê ciwanên Kurd ve bi sedan belavok hatin belavkirin.
Meşa ku tê de gelek caran marş hatin gotin, li Meydana Trafalgarê bi dawî bû. Li vir bi axaftinên hatin kirin û govendên berxwedanê re meşa navendî ya 15’ê Sibatê ya Brîtanyayê temam bû.