15’ê Sibatê li Sydneyê hate protestokirin
Pêvajoya 15’ê Sibata 1999’an a li dijî Rêber Apo, bi çalakiyekê li navenda bajarê Sydneyê hat protestokirin; di axaftinan de daxwaza azadiya Rêber Apo û statuya ji bo Rojava hatin ziman.
Pêvajoya 15’ê Sibata 1999’an a li dijî Rêber Apo, bi çalakiyekê li navenda bajarê Sydneyê hat protestokirin; di axaftinan de daxwaza azadiya Rêber Apo û statuya ji bo Rojava hatin ziman.
Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya ku sala 1999’an li dijî Rêber Apo hatibû pêkanîn, li bajarê Sydney ê Avusturyayê bi çalakiyeke girseyî hat protestokirin.
Çalakiya ku ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) û Komeleya Ciwanên Kurd ve bi şiarê “Ji Rêber Apo re Azadî, ji Rojava re Statû” hatibû organîzekirin de, dostên Kurd ên Avusturyayî jî beşdar bûn û peyamên piştgiriyê dan.
Li ser navê Komeleya Ciwanên Kurd a Sydneyê Baran Soğut axivî û got: “Rêber Apo, tevî ku 27 sal in li girava Îmraliyê di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de tê girtin, ne tenê li Tirkiyeyê, li her çar parçeyên Kurdistanê mifteya bingehîn a aştî û çareseriyeke demokratîk e. Ji ber vê yekê azadiya Rêber Apo, azadiya Kurd û Kurdistanê ye.”
Senatorê berê yê Partiya Keskan Scott Ludlam wiha axivî: “Em dixwazin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di zûtirîn dem de bigihîje azadiya xwe. Nelson Mandela ji bo Afrîkaya Başûr çi be, Abdullah Ocalan jî ji bo gelê Kurd ew e. Ez dixwazim ji gelê Kurd re vê bibêjim; êdî ji bilî çiyan, bi qasî çiyan dostên we jî hene. Em ê her tim li cem we bin.”
Gulfer Olan a ku peyama li ser navê Tevgera Jinên Kurd xwend, ev îfade bikar anîn: “Azadiya Rêber Abdullah Ocalan; tê wateya azadiya jinê û azadiya civakî. Wek Tevgera Jinên Azad em diyar dikin ku em ê vê qonaxê, li ser bingeha ku Rêber Abdullah Ocalan di şertên azad de bijî û bixebite veguherînin salekê, têkoşîna xwe mezin bikin û komployê bi temamî têk bibin.”
Hevserokê Federasyona Civaka Demokratîk a Kurd a Avusturyayê Brusk Ayveri jî di axaftina xwe de bal kişand ser metirsiyên li ser Rojava û Rojhilat û got: “Ji Rojava heta Rojhilat gelê Kurd di bin gefeke giran a qirkirinê de ye. Bi saya berxwedana dîrokî ya Rêber Apo yê ku 27 sal in di bin mercên hêsîriyê de li ber xwe dide, polîtîkayên qirkirinê yên li ser gelê Kurd encam nagirin. Di sala 28’an de bi azadkirina Rêber Apo em dikarin pêşeroja azad a gelê xwe mîsoger bikin. Ji ber wê yekê divê em têkoşînê bi awayekî bênavber bilind bikin.”
Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Sydneyê Timur Tetwan jî wiha got: “Bi komploya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêber Apo hat xwestin ku Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê were tasfiyekirin. Rêber Apo li ber xwe da, Tevgera Azadiyê li ber xwe da, gelê me li ber xwe da û komploya navneteweyî hat pûçkirin. Vê carê di şexsê Rojava de komployeke duyemîn a 15’ê Sibatê bi gelê me dan jiyîn. Vê carê hate xwestin ku hemû destkeftiyên gelê Kurd ên ku bi berdêlên giran hatine bidestxistin, werin tasfiyekirin. Hat xwestin ku gelê me di qirkirinê re were derbaskirin. Em ê bi berxwedana topyekûn vê êrîşa komployê jî pûç bikin.”
Nûnerê Tifaqa Sosyalîst Peter Boyle jî Rêber Apo wekî “Rêberê me yê ku ji mirovahiya pêşverû û hêzên şoreşger re bûye hêvî” pênase kir û bibîr xist ku hêsîriya wî 27 sal li pey xwe hiştine û ketiye sala 28’an; di berdewamiyê de got: “Nelson Mandela jî piştî 27 salên hêsîriyê gihîştibû azadiya xwe. Divê ev sal bibe sala ku azadiya Rêber Apo pêk were. Birêz Ocalan tevî ku 27 sal in di bin şert û mercên giran ên êşkence û tecrîdê de ye, bi paradîgmaya azadiyê ya ku pêş xistiye, bi ser ketiye ku bibe hêvî û ronahî ji mirovahiyê re.”
Herî dawî siyasetmedar Ezîz Bawermend axivî û got: “Kesê ku ne tenê li Kurdistanê, lê dê li Rojhilata Navîn jî aştî, azadî û demokrasiyê bîne Birêz Abdullah Ocalan e. Ew çiqas ji bo gelê Kurd girîng be, ji bo gelên Tirk, Ereb û Faris jî xwedî girîngiyeke mezin e. Ji ber wê yekê divê em azadiya Birêz Ocalan mîsoger bikin.”