Çalakî bi beşdariya Meclîsa Jinê ya Dest Dan û Meclîsa Nav Berlînê pêk hat. Bername bi deqeyek rêzgirtin ji bo Şehîdên Azadiya Kurdistanê dest pê kir û piştre endamê Meclîsa Nav Berlînê Huseyîn Yilmaz axaftinek kir.
Yilmaz bi bîr xist ku di 15'ê Sibata 1999'an de revandina Rêber Apo ji Konsolosxaneya Kenyayê û radestkirina wî ya ji bo Tirkiyeyê bûye sedema protestoyên navneteweyî û wiha got:
“Di serî de serê Rêber Apo û serê hemû Kurdistanê sax be. Em di salvegera 27'emîn a Komploya Navneteweyî de şehîdên xwe bi bîr tînin. Heta Rêber Apo azad bibe û gelê Kurd bigihîje azadiya xwe, têkoşîna me wê berdewam bike.”
Çalakvanan kulîlk danîn cihê ku şehîd lê hatibûn qetilkirin û dirûşmeyên “Şehîd namirin” berz kirin.