Li Hannoverê bi sedan kes êrîşên li ser Rojava protestokirin
Bi sedan Kurdistanî tevlî meşa ku di pêşengiya PYD’ê de li Hannoverê hate lidarxistin bûn û bal kişandin ser êrîşên li ser Rojava û komkujiyên li herêmê.
Bi sedan Kurdistanî tevlî meşa ku di pêşengiya PYD’ê de li Hannoverê hate lidarxistin bûn û bal kişandin ser êrîşên li ser Rojava û komkujiyên li herêmê.
Li bajarê Hannover ê Elmanyayê, bi pêşengiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) de bi sedan kes bi meşekî êrîşên li ser Rojava û komkujiiyên li herêmê protestokirin.
Di axaftinan de hate destnîşankirin ku êrîşên li ser sivîlan li Rojava, koçberkirinên bi zorê û polîtîkayên tasfiyeya siyasî gihiştiye qirkirina mirovî. Kurdistanî bi zimaneke tund bêdengiya raya giştî ya navnetweyî rexne kirin û banga piştevaniya lezgîn li dijî êrîşên li ser hebûna gelê Kurd kirin.
Her wiha alîkariya aborî ya Elmanyayê ji bo hêzên Colanî û helwestên siyasî yên erênî li dijî vê avaniyê hate rexnekirin. Girseyê diyar kir ku ev polîtîka li herêmê tundiyê xweyî dike û hêmanên radîkal xurt dike.
Di tevahiya xwepêşandanê de dirûşmeyên Kurdî û Elmanî hatin berzkirin. Meş di çavdêriya polîsan de bêyî bûyerekî bi dawî bû. Organîzatoran banga mezinkirina piştevaniyê bi Rojava re kirin.