Li Helsînkî meşa dirêj a li dijî komployê
Li paytexta Fînlandiya Helsînkî ji bo protestokirina komploya navneteweyî ya 15 Sibatê li ser Rêber Apo meşa dirêj hate lidarxistin.
Li paytexta Fînlandiya Helsînkî ji bo protestokirina komploya navneteweyî ya 15 Sibatê li ser Rêber Apo meşa dirêj hate lidarxistin.
Kurdistaniyên li paytexta Fînlandiya Helsînkî bi armanca protestokirina Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibata 1999’an li dijî Rêber Apo meşa dirêjê li dar xistin.
Meş bi hejmarek gel li navenda Helsînkî destpêkir û heya Komela Kurd bi qasî 15 km. domkir. Di destpêka meşê de daxuyanî hate dayîn. Di axaftinên daxuyahniyê de komploya berî 27 salan a li ser Rêber Apo hate protestokirin.
Girseyê pişte, bi pankartên Rêber Apo heta pêşiya Komela Kurd a li Rojhilatê Helsînkî meşiyan.