Li Barcelona li dijî êrîşên Rojava û komploya navnetewî çalakiya şermezarkirinê

Li paytexta Katalonya Barcelonayê ji şermezarkirina êrîşên li ser Rojava û komploya 15’ê Sibatê meşeke girseyî pêk hat.

Li bajarê Barcelona ya paytexta Katalonyayê li dijî êrîşên li ser Rojava û komploya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêber Apo pêk hatibû çalakiyek şermezarkirinê hate lidar xistin. Meşa ku ji bo şermezarkirinê hate lidar xistin li ber Konsolosxaneya dewleta Tirk û konsolosxaneya Yekitiya Ewropa derbas bû.

Li Barcelonayê ji aliyê saziya Kurdên Barcelona Berfin, komîteyên enternasiyonalistan yên Defend Rojava û Women Defend Rojava ve meşek hate lidarxistin. Di heman dema de tekiliya komploya li hembere Rêber Apo û komploya li hember Xweseriya demokratik li Rojava anîn ziman.