Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlum Abdî û Seroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ahmed, di çarçoveya Konferansa Munîhê de bi Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fuad Hisên re hevdîtinek pêk anîn.
Di hevdîtinê de rewşa Sûriyeyê, pêşeroja pêvajoya siyasî, girîngiya parastina destkeftiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, dosyayên têkoşîna li dijî terorê û dabînkirina îstîqrara herêmê hatin nirxandin.
Her wiha di hevdîtinê de girîngiya çareseriya siyasî ya krîza Sûriyeyê, parastina yekparçeyiya axa Sûriyeyê, di çarçoveyeke demokratîk de mîsogerkirina mafên hemû pêkhateyan û parastina taybetmendiyên resen ên herêmên Kurdî hatin rojevê.