Bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Meclîsa Jinan a Jiyanê, li Navenda Civaka Kurd a Londrayê bi sernavê ‘Rojava û Pêvajoya Civaka Demokratîk’ civînek hat lidarxistin.
Parlamenterê DEM Partiyê yê Colemêrgê Onur Duşunmez û Endama Fermandariya Giştî ya YPJ’ê Rohilat Efrîn a ku ji Rojava bi onlîne tevlî bû, beşdarî civîna ku bi sedan kes tê de amade bûn, bûn.
Çalakî ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Endamê TCŞ’ê yê Brîtanyayê Hakan Suruç ku axaftina vekirinê kir, silav li şervanên ku li dijî êrîşên li ser Rojava li ber xwe didin û gelê Kurdistanê yê xwedî li wan derdikevin, kir.
Suruç bi bîr xist ku Komploya Navnetewî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêber Apo ketiye sala xwe ya 27’an û wiha got: “Rojava bi ramanên Rêber Apo ber bi azadiyê ve meşiya, xwe bi rêxistin kir, bû artêş û veguherî şoreşê. Êrîşên hêzên komploger û amûrên wan ên komên çete yên cîhadîst ên li ser Rojava, li dijî pergal û ramanên Rêber Apo ne. Ji ber ku li tevahiya Rojhilata Navîn di nava vê kaosê de pergala herî watedar, bi rûmet û azadîxwaz a ji bo gelan; pergala Rojava ye. Komplogeran bi êrîşên dawî Rojava kirin hedef. Lê belê bi yekitiya Kurdistanê bersiv ji êrîşan re hat dayîn û li ser xeta Fermandar Ziyad Heleb û Arîn Mîrkan li Rojava bersiv ji komplogeran re hat dayîn. Em ê biryardariya xwe ya parastina Rojava li ser şopa şehîdên xwe bidomînin.”
‘DORPÊÇIYA LI SER KOBANÊ BERDEWAM DIKE’
Endama Fermandariya Giştî ya YPJ’ê Rohilat Efrîn, di destpêka axaftina xwe de silav li gelê Kurd ê li Ewropayê yê ku li dijî êrîşan ji bo Rojava rabûye ser piyan, kir. Di vê navberê de girse rabû ser piyan û bi deqeyan dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Rojava”, çepik û tîliyan bersiv da.
Efrîn diyar kir ku di qadên îdarî, ewlehî û leşkerî de avêtina hinek gavan li Rojava di rojevê de ye û got: “Li gorî peymanê diviyabû ji hinek herêman vekişiyana. Ji hinek gundan derketin lê hîn jî cihên ku jê derneketine hene. Her wiha dorpêça li ser Kobanê nehatiye rakirin.”
Efrîn destnîşan kir ku ev rewş nîşan dide ku hinek xalên leşkerî û navendên tarî hîn jî hebûna xwe diparêzin û diyar kir ku îhtîmala şer û êrîşan heye.
JI BO ÇARESERIYEKE MAYÎNDE HÎN GAVEKE CIDÎ NÎNE
Efrîn diyar kir ku di çarçoveya peymanê de derbarê sivîlên ku ji aliyê rêveberiya Şamê ve hatine girtin û koçberkirin de hîn gav nehatine avêtin û got, divê ji bo çareseriyeke mayînde pêvajoyek were destpêkirin, lê hîn gaveke cidî nehatiye dîtin.
Efrîn ragihand ku şerta wan a derbarê tayînkirina Waliyê Hesekê ji aliyê wan ve hatiye qebûlkirin û eşkere kir ku hikûmeta Şamê di destpêkê de li hemberî vê li ber xwe daye, lê ji îro pê ve bi fermî qebûl kiriye.
Efrîn destnîşan kir ku di mijarên têkildarî Wezareta Parastinê de ji hikûmetê vegereke fermî çênebûye û wiha berdewam kir: “Yani her çend hinek made bi qismî hatibin bicihanîn jî, hîn guman û bêbaweriyên me hene. Ji ber vê yekê me anî ziman ku divê mekanîzmayeke mîsogeriyê were avakirin. Me got ku divê hêzên koalîsyonê di vê pêvajoyê de rol bigirin, nexasim di qonaxên kontrolkirin û pêkanînê de cih bigirin. Lê belê di vê mijarê de hîn belge û çarçoveyeke şênber nehatiye pêşkeşkirin.”
‘HETA MAFÊN KURDAN BI DESTÛREK BINGEHÎN NEYÊN MÎSOGERKITIN BAWERÎ AVA NABE’
Rohilat Efrîn bal kişand ser wê yekê ku divê li qadê mekanîzmayeke ku di wateya rastîn de bibe mîsoger were avakirin, nexwe dibe ku pêvajo zirarê bibîne. Efrîn anî ziman ku ew peymana entegrasyonê wekî destpêkekê dibînin û got: “Rastî ev e ku heta mafên Kurdan di destura bingehîn a Sûriyeyê de neyên mîsogerkirin, bawerî ava nabe. Ji ber vê yekê peyman ne dawî ye, destpêk e. Divê em vê destpêkê bi rengekî siyasî, leşkerî û bi giştî berfireh binirxînin. Em dixwazin vê pêvajoyê bi erênî pêşwazî bikin, lê rîsk û fikar jî hene. Ger gelê me bi vê biryardariyê berdewam bike, em bawer dikin ku em ê bi vê îradeyê pêvajoyê bi pêş bixin.”
‘DIVÊ EM DI NAV YEKITIYÊ DE ROJAVA BIPARÊZIN’
Fermandar Efrîn bal kişand ser hevdîtinên Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Abdî û Îlham Ehmed ên li Munîhê û got: “Hewldanên fermandarên me û kadroyên me yên li Almanyayê di vê pêvajoyê de zêde bûne. Bi vî rengî ji bo parastin û pêşxistina destkeftiyên me xebatên dijwar tên meşandin. Lê divê em realîst bin. Em nikarin bibêjin ku ji ber peyman çêbûye her tişt qediya ye û çareser bûye. Ger ev pêvajo bi rengekî rast were meşandin, rayagiştî ya cîhanê dikare ji bo azadiya Kurdan bêtir berpirsyariyê bigire ser xwe. Pîvana me ya herî girîng, parastina destkeftiyên hatine bidestxistin e û vala neçûna keda şehîdên me ye. Ji bo me ya girîng ew e ku her çar parçeyên Kurdistanê di nav yekitiyê de Rojava biparêzin. Tenê bi vî rengî azadiya gelê Kurd dikare pêk bê. Heta ku perçebûn û înkar berdewam bike, ev ne pêkan e.”
‘DIVÊ JI BO ROJAVA HER KES BERPIRSYARIYÊ BIGIRE’
Efrîn bal kişand ser Pêvajoya Civaka Demokratîk a li Tirkiyeyê û got: “Em bi aştiyê û pêvajoya çareseriyê bawer dikin. Êrîşên li ser Rojava vê pêvajoyê qels dikin. Ev paradîgma bi salan e ji bo civak, demokrasî û jiyana hevpar a gelan bûye modeleke. Ev model ne tenê ji bo Kurdan, ji bo hemû gelan bûye mînak. Li dijî hişmendiya kapîtalîst û dewlet-netewê çareseriyeke alternatîf pêşkêş kiriye.
Ji ber vê yekê ev paradîgma li dijî hemû êrîşan hêzeke çareseriyê ya girîng e. Em dixwazin ku her kes ji bo Kurdistan û Rojava berpirsyariyê bigire. Ji bo rawestandina van êrîşan piştgiriyeke xurt pêwîst e.”
PARLAMENTER DUŞUNMEZ: DIVÊ EM BIBIN YEK
Parlamenterê DEM Partiyê yê Colemêrgê Onur Duşunmez jî bi bîranîna şehîdan dest bi axaftina xwe kir. Duşunmez bi bîr xist ku gelê Kurd li dijî êrîşên li ser Rojava li her çar parçeyan bi yekitiyê li ber xwe daye û wiha got: “Kurdistan bû çar parçe lê em vê dizanin; ev sînor çêkirî ne û paşê di navbera me de hatine xezkirin. Îro wekî gelê ku ji çar parçeyên Kurdistanê hatine, em bi salan e heman êş û heman têkoşînê parve dikin. Ger em yekitiya Kurd ava bikin, ger em xwedî li nirx û têkoşîna xwe derkevin, em ê xwedî li emanetê qehremanên xwe yên ku li Rojava canê xwe feda kirine derkevin. Divê her kes vê bizane.”
‘HÊZÊN KUREWÎ WIHA ZANÎBÛN KU EM Ê LI HEMBERÎ ROJAVA BÊDENG BIMÎNIN’
Duşunmez got, “Me sed sal in ji bo azadiyê têkoşîn kir, me fedakarî kir û me li ber xwe da” û diyar kir ku bi deh hezaran şehîd û fedakariyên bêhejmar ên gelê Kurd hene.
Onur Duşunmez destnîşan kir ku ev têkoşîn bi manîfestoyek û îradeya şoreşê gihîştiye van rojan û wiha got: “Di vê berxwedana ku 52 sal in berdewam dike de carinan bêdengî, carinan êşên mezin çêbûn, lê me baweriya xwe winda nekir. Ji ber ku têkoşîna gelê Kurd bi hêz e û ev hêz ji îradeya me tê. Îro jî em ji bo parastina destkeftiyên xwe yên li Rojava li ber xwe didin. Belê, dibe ku tifaq, diyalog û muzakere çêbibin, lê em ê ji statuya xwe bernedin.
Gelê Kurdistanê dê azad bibe. Hêza me di yekitiya me de ye, di îradeya me de ye. Em ê nirxên ku me li Rojava û li her derê bi dest xistine biparêzin. Em ê li pişt van destkeftiyên ku bi fedakariyên mezin hatine bidestxistin bisekinin. Bi bawerî, têkoşîn û biryardariya xwe em ê bigihîjin azadiyê. Em ji bo azadî û aştiya xwe dixebitin. Ji ber ku azadiya rastîn bi gelekî ku dikare xwe biparêze û xwedî li îradeya xwe derkeve pêkan e. Ger rêxistinbûn mezin nebe destkeftî ji dest diçin. Ger em xwe birêxistin bikin em ê bi ser bikevin. Êdî nikarin me bixapînin. 52 sal in nekarîn serê me bitewînin. Binêrin, hêzên kurewî wiha zanîbûn ku em ê li hemberî Rojava bêdeng bimînin. Ew xelet derketin û gelê Kurd li dora Rojava bû yek û bersiveke dîrokî da. Ji vî alî ve, qehremanên me li hemberî zext û zilmê berxwedana xwe didomînin. Divê gelê me li her derê dengê xwe bilind bike, piştgiriyê mezin bike û têkoşîna azadiyê bidomîne.”
‘AŞTÎ BI BERXWEDANEKE XURT PÊK TÊ’
Parlamenter Duşunmez bal kişand ser Banga Civaka Demokratîk a Rêber Apo û got: “Aşitî armanca me ya herî mezin e. Lê aştî tenê bi berxwedaneke xurt û parastina cewherî dikare were parastin. Banga Civaka Demokratîk jî bi rêxistinbûn û hişyarbûnê, riya vê azadiyê û vê yekitiyê nîşanî me dide. Li vir, têkoşîna azadiyê ya ku bi pêşengiya jinan pêş ketiye, îro li Rojava bûye hêviyek. Gelê Kurd bêtir aşitî, bêtir demokrasî û bêtir mafan dixwaze. Wê çaxê em ê bêtir xwe birêxistin bikin, bêtir li ber xwe bidin, pêş bixin, ava bikin û azad bikin.”