Li Torontoyê protestoya 15’ê Sibatê: Ji bo Rêber Apo Azadî, ji Rojava ra Statû

Bi boneya 27’emîn sala Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibata 1999’an, li Torontoyê meşek dê were li dar xistin. Saziyên Kurd ji bo azadiya Ocalan û naskirina statûya Rojava bang kirin ku gel dakeve qadan.

Kurdistaniyên ku li bajarê Toronto yê Kanadayê dijîn, bi boneya 27’emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibata 1999’an, ji bo protestokirina komployê û bilindkirina daxwaza azadiya Rêber Apo, sibê dê dakevin qadan. Çalakî bi pêşengiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Kanadayê tê organîzekirin.

Çalakiya îsal bi şîara “Ji Ocalan re Azadî – Ji Rojava re Statû” tê li dar xistin. Komîteya amadekar bang li hemû Kurdistaniyên li Torontoyê û gelên dost kir ku di vê pêvajoya krîtîk de dakevin qadan û vîneke bi hêz nîşan bidin.

Meşa navendî ya li Torontoyê, sibê demjimêr 14.00’an de li xaçerêya Yonge–Bloorê dest pê bike û heta Meydana Dundasê bidome. Di dema meşê de dê bal were kişandin ser berxwedana li dijî komployê; daxwazên ji bo azadiya Rêber Apo û naskirina statûya Rojava dê werin destnîşankirin.

Hevserokên Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Kanadayê di daxuyaniya xwe de bal kişandin ser girîngiya çalakiya îsal û ev bang kirin:

“Ji bo azadiya Rêbertiyê û statûya Rojava, divê em ji Torontoyê dengekî bilind ji cîhanê re bişînin. Mezinkirina helwesta li dijî komployê, ji bo xwedîderketina li vîna gelê me xwedî girîngiyeke jiyanî ye. Divê her kes hestiyariyê nîşan bide û li qadan cihê xwe bigire.”

'KOMPLO NEKARÎ NE ROJA ME Û NE JÎ ROJAVA TARÎ BIKIN'

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku komploya 15’ê Sibatê negihîşt armanca xwe û nekarî îradeya gelê Kurd teslîm bigire. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku destketiyên li Rojava hatine bidestxistin, tevî hemû êrîşên hêzên komploger ên navneteweyî jî li ser piyan maye û ev gotin derketin pêş: "Çawa ku roja gelê Kurd di 15’ê Sibatê de nehat tarîkirin, îro destketiyên Rojava nehatin tunekirin. Komplo meşa gelê me ya azadiyê ranewestan û nikare rawestîne. Ji ber vê yekê, em ê sibê li qadên Torontoyê bin."

Saziyên Kurd ên li Torontoyê bang li hemû gel û dostên xwe kirin ku beşdarî çalakiya 15’ê Sibatê bibin û ji bo azadiya Ocalan û statuya Rojava dengê xwe bilind bikin.