Di daxuyaniyê de imzeya sendîkayên ji Îspanya, Welatê Bask, Galîstya, Katalonya, Astûryas û Giravên Kanaryayê cih girt.
Sendîkayan destnîşan kir ku 15’ê Sibatê îşaret bi salvegera 27’an a girtina Rêber Apo dike, yê ku wek “sembola têkoşîna dadwerî, azadî û mafên gelan” tê pênasekirin.
Saziyên îmzekar diyar kirin ku ji bo dabînkirina aştî û stabîlîzasyonê li Rojhilata Navîn, azadiya Rêber Apo “lezgîn û elzem” e û banga serbestberdana wî ya tavilê kirin.
Di tekstê de bang li Tirkiyeyê hat kirin ku ji bo aştiyê gavan bihavêje û hat diyarkirin ku ev pêvajo dikare bi serbestberdana Rêber Apo û rêzgirtina li mafên gelê Kurd bi pêş ve biçe. Hat destnîşankirin ku piştgirî; li ser bingeha dadwerî, demokrasî û piralîbûnê naskirina cihêrengiyan esas digire.
Di daxuyaniyê de her wiha ev hatin diyarkirin:
"Paradîgmaya ku ji aliyê Ocalan ve hatî avakirin, wekî ku li Rojava hatiye pêşxistin, pergaleke ku xwe dispêre azadiya jinê, jiyana bi hev re ya cihêrengiyan û avakirina civakên piralî pêşniyar dike. Ev model, bi îsbatkirina ku dadwerî, demokrasî û hevkariya di navbera gelan de pêkan e, dikare ji bo her kesî bibe mînak.
Berxwedana Kurdan a ku bi dehan salan e berdewam dike, nîşan daye ku divê civaka navneteweyî rêzê li maf û daxwazên gelê Kurd bigire û statuyeke siyasî û civakî ya rewa bide wan."
Di daxuyaniya hevpar de hat gotin: "Wek sendîkayên xwe, em pabendbûna xwe ya bi piştgirî û dadwerî dubare dikin; em bang li hemû sazî û hikûmetên cîhanê dikin ku piştgiriyê bidin serbestberdana Ocalan û naskirina mafên gelê Kurd."
Sendîkayên îmzekar ev in:
- Konfederasyona Sendîkayan a Komîsyonên Karkeran – CCOO
- Konfederasyona Navsendîkayî – CI
- Konfederasyona Giştî ya Karkeran – CGT
- Konfederasyona Navsendîkayî ya Galîstya – CIG
- Kolektîfa Karkerên Yekbûyî – CUT
- Herikîna Sendîkayî ya Çep a Astûryas – CSI
- Piştgiriya Karkerên Bask – ELA
- Konfederasyona Sendîkayî ya Çep – ESK SINDIKATUA
- Navsendîkayî ya Alternatîf a Katalonya – IAC
- Navsendîkayî ya Astûryas – INAST
- Navsendîkayî ya Valensiya
- La Intersindical (Katalonya)
- Komîteyên Neteweperest ên Karkeran – LAB
- Tevgera Karkeran a Giravên Kanaryayê – MTC
- Rêxistina Sendîkayî ya Karkerên Aragon – OSTA
- Konfederasyona Piştgiriya Karkeran