Li Munîhê dîplomasiya li ser mijara Sûriyeyê berdewam dike
Mazlûm Ebdî, Îlham Ehmed û Esad El Şêbanî di çarçoveya Konferansa Ewlehiyê ya Munchenê ya 2026`an de bi Wezîrê Derve yê Erebistana Siûdî Feysel Bin Ferhan Bin Abdullah re civiyan.
Mazlûm Ebdî, Îlham Ehmed û Esad El Şêbanî di çarçoveya Konferansa Ewlehiyê ya Munchenê ya 2026`an de bi Wezîrê Derve yê Erebistana Siûdî Feysel Bin Ferhan Bin Abdullah re civiyan.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî, Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed û Wezîrê Derve yê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê Esad El Şêbanî, di çarçoveya Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê ya 2026’an de bi Wezîrê Derve yê Siûdî, Prens Feysel Bin Ferhan Bin Abdullah re civînek li dar xistin. Di civînê de, Erebistana Siûdî diyar kir ku ew amade piştgiriya hemû xalên ku Sûryeyîyan li ser li hev kirine, bike û piştgiriya xwe ji bo pêvajoya lihevhatina neteweyî û pêkanîna peymana 29`ê Çileyê anî ziman.
Fermandarê Giştî QSD’ê Mazlûm Ebdî, spasiya xwe ji bo rola Siûdiyê bo piştgiriya Sûriyeyê û piştgiriya ji bo hewildanên rakirina cezayan û hêsankirina pêvajoya peymanê anî ziman.