Li Meclisa Portekîzê pêşnûmeya Rojava hat qebûlkirin

Pêşnûmeya ku ji bo hikûmeta Portekîzê rewşa mirovî ya li Rojava bişopîne û mafên mirovên li wir biparêze ya ku ji hêla parlamenterên LIVRE ve hatibû amadekirin li Meclisê hat qebûlkirin.

Meclisa Portekîzê pêşnûmeya derbarê êrîşên li Rojava ya  ku ji hêla parlamenterên LIVRE ve hatibû amadekirin, bi hejmareke zêde hat qabûlkirin. Pêşnûmeya hejmar 511/XVII/1.ª bang li hikûmetê dike ku  ji bo parastina gelê Kurd û parastina mafên wan ên mirovî gavan bavêje.

Pêşnûmeya ku di 21’ê Çileya 2026’an de bi îmzeyên Isabel Mendes Lopes, Filipa Pinto, Jorge Pinto, Patrícia Gonçalves, Paulo Muacho û Rui Tavares hat pêşkêşkirin, di rûniştina giştî de bi wergirtina hemû hat qebûlkirin. Her çiqasî PSD û CDS bêalî man jî partiyên din ên ku rastgirên tundrew jî di nav de hebûn dengê erênî dan pêşnûmeyê.

LI SER 4 XALAN BANG LI HIKÛMETÊ KIRIN

Dengdana ku îro li Maclisê pêk hat, li gorî xala 166’an a Destûra Bingehîn pêşniyarên jêrîn ji hikûmetê re kir:

Divê Yek,tiya Ewropayê û Neteweyên Yekbûyî di nava koordînasyonekê de rewşa mirovî ua lu bakurê Sûriyeyê û herêmên Kurdan bişopînin;
Ji bo piştgirîkirin û parastina gelê Kurd mekanîzmayên mirovî û dîplomatîk têxin dewrê;
Ji bo agirbestek bi bandor têkevin nava hewldanan;
Di bin banê NY an YE’yê de şandeyeke ji çevdêrên navneteweyî pêk tê, bê avakirin û binpêkirinên mafên mirovan bên bi belgekirin. 

‘EWROPA MINETDARÊ KURDAN E'

Rui Tavares ku di 10’ê Sibatê de pêşnûme pêşkêşî Komîteya Karên Derve û Civakên Portekîzê kir, bal kişand ser rola diyarker a ku Kurdan di şerê li dijî DAÎŞ’ê de lîstine. Tavares qala pevçûnên li Hesekê û kampa El-Hol kir û got, “Divê Ewropa ji ber pêşiya êrîşan girtin ji Kurdan re minetdar be."

Tavares destnîşan kir ku pêvajoya siyasî ya nû li Sûriyeyê ji bo xweseriya fiîlî ya Kurdan xetereyan dihewîne û anî ziman ku divê hikûmet bi YE û NY’ê re rewşa mirovî bi baldarî bişopîne.

PIŞTGIRIYA SIYASÎ YA BERFIREH

Ji PSD’ê Paulo Neves diyar kir ku rêgezeke Portekzîê heye ku siyaseta derve ya Portekîzê ya derbarê mafên mirovan de “muzakere nake” heye. Nûnerên Chega û Înîsiyatîfa Lîberal (IL) jî piştgirî dan pêşnûmeyê. Partiya Sosyalîst (PS) tevî ku li ser hin gotinan fikarên xwe anî ziman jî, piştgiriya xwe ji bo rêgezên bingehîn ên hewldanê ragihand.

Metna dawî ku ji hêla Serokê Komîsyonê José Cesário ve ji rûniştina giştî re hat şandin, ligel pêşniyarên alternatîf bi lihevkirina hemû parlamenteran re teşe danê.

JI BO ROJAVA DAXWAZA ÇAVDÊRIYA NAVNETWEYÎ HAT KIRIN

Biryara ku hat qebûlkirin bi taybetî hewcedariya mekanîzmayên çavdêriya serbixwe ji bo şopandina binpêkirinên mafên mirovan ên li Rojava û parastina sivîlan - di nav de jin, zarok û kesên bêwar - destnîşan dike.

Biryara Meclisa Portekîzê di asta Ewropay de wekî gaveke nû ber bi zêdekirina piştgiriya dîplomatîk û mirovî ji bo gelê Kurd hat nirxandin.Pêşnûmeya Rojava li Parlamentoya Portekîzê hat qebûlkirin
Pêşnûmeya ku ji bo hikûmeta Portekîzê rewşa mirovî ya li Rojava bişopîne û mafên mirovên li wir biparêze ya ku ji hêla parlamenterên LIVRE ve hatibû amadekirin li Meclisê hat qebûlkirin.
ANF NAVENDA NÛÇEYAN 
Meclisa Portekîzê pêşnûmeya derbarê êrîşên li Rojava ya  ku ji hêla parlamenterên LIVRE ve hatibû amadekirin, bi hejmareke zêde hat qabûlkirin. Pêşnûmeya hejmar 511/XVII/1.ª bang li hikûmetê dike ku  ji bo parastina gelê Kurd û parastina mafên wan ên mirovî gavan bavêje.

Pêşnûmeya ku di 21’ê Çileya 2026’an de bi îmzeyên Isabel Mendes Lopes, Filipa Pinto, Jorge Pinto, Patrícia Gonçalves, Paulo Muacho û Rui Tavares hat pêşkêşkirin, di rûniştina giştî de bi wergirtina hemû hat qebûlkirin. Her çiqasî PSD û CDS bêalî man jî partiyên din ên ku rastgirên tundrew jî di nav de hebûn dengê erênî dan pêşnûmeyê.

LI SER 4 XALAN BANG LI HIKÛMETÊ KIRIN

Dengdana ku îro li Maclisê pêk hat, li gorî xala 166’an a Destûra Bingehîn pêşniyarên jêrîn ji hikûmetê re kir:

Divê Yek,tiya Ewropayê û Neteweyên Yekbûyî di nava koordînasyonekê de rewşa mirovî ua lu bakurê Sûriyeyê û herêmên Kurdan bişopînin;
Ji bo piştgirîkirin û parastina gelê Kurd mekanîzmayên mirovî û dîplomatîk têxin dewrê;
Ji bo agirbestek bi bandor têkevin nava hewldanan;
Di bin banê NY an YE’yê de şandeyeke ji çevdêrên navneteweyî pêk tê, bê avakirin û binpêkirinên mafên mirovan bên bi belgekirin. 

‘EWROPA MINETDARÊ KURDAN E'

Rui Tavares ku di 10’ê Sibatê de pêşnûme pêşkêşî Komîteya Karên Derve û Civakên Portekîzê kir, bal kişand ser rola diyarker a ku Kurdan di şerê li dijî DAÎŞ’ê de lîstine. Tavares qala pevçûnên li Hesekê û kampa El-Hol kir û got, “Divê Ewropa ji ber pêşiya êrîşan girtin ji Kurdan re minetdar be."

Tavares destnîşan kir ku pêvajoya siyasî ya nû li Sûriyeyê ji bo xweseriya fiîlî ya Kurdan xetereyan dihewîne û anî ziman ku divê hikûmet bi YE û NY’ê re rewşa mirovî bi baldarî bişopîne.

PIŞTGIRIYA SIYASÎ YA BERFIREH

Ji PSD’ê Paulo Neves diyar kir ku rêgezeke Portekzîê heye ku siyaseta derve ya Portekîzê ya derbarê mafên mirovan de “muzakere nake” heye. Nûnerên Chega û Înîsiyatîfa Lîberal (IL) jî piştgirî dan pêşnûmeyê. Partiya Sosyalîst (PS) tevî ku li ser hin gotinan fikarên xwe anî ziman jî, piştgiriya xwe ji bo rêgezên bingehîn ên hewldanê ragihand.

Metna dawî ku ji hêla Serokê Komîsyonê José Cesário ve ji rûniştina giştî re hat şandin, ligel pêşniyarên alternatîf bi lihevkirina hemû parlamenteran re teşe danê.

JI BO ROJAVA DAXWAZA ÇAVDÊRIYA NAVNETEWEYÎ HAT KIRIN

Biryara ku hat qebûlkirin bi taybetî hewcedariya mekanîzmayên çavdêriya serbixwe ji bo şopandina binpêkirinên mafên mirovan ên li Rojava û parastina sivîlan - di nav de jin, zarok û kesên bêwar - destnîşan dike.

Biryara Meclisa Portekîzê di asta Ewropay de wekî gaveke nû ber bi zêdekirina piştgiriya dîplomatîk û mirovî ji bo gelê Kurd hat nirxandin.