Li Karlsruhê polîsan mudaxeleyê protestoya Rojava kirin

Li bajarê Karlsruhê bi armanca piştevaniya bi Rojava re meşek hate lidarxistin. Polîsan mudaxeleyê meşê kirin û ciwanan bi lêdanê binçav kirin.

Li bajarê Karlsruh ê Elmanyayê, ji bo protestokirina êrîşên li ser Rojava li Qada Markplatzê meşek hate lidarxistin û bi sedan Kurdistanî û dostên tevlî meşê bûn.

Gelek polîs sewqî qada meşê hatin kirin. Alên YPG, YPJ û PYD’ê û dirûşmeyên derbarê azadiya Rêber Apo de hatin qedexekirin. Her wiha polîsan destûrê nedan bikaranîna pergala deng û mîkrofonê. Hate diyarkirin ku polîsan bersiva keyfî daye pirsa rojnemavanana ên li ser bindeha hiqûqê.

Di dawiya çalakiyê de jî bi hinceta ku “cilên gerîla” ne mudaxeleyê ciwanên ku cilên Kurd ên neteweyî li xwe kiribûn, kirin. Ciwanên ku bi lêdanên hatin binçavkirin, piştî karûbarên bi saetan dewam kir, hatin berdan.