Li Chambery û Montpellierê meşên girseyî ji bo Rojava
Di çalakiyên li bajarên Chambery û Montpellier ên Fransayê de, piştgiriya Rojava, berxwedana Kobanê û yekîtiya neteweyî ya Kurd derket pêş.
Di çalakiyên li bajarên Chambery û Montpellier ên Fransayê de, piştgiriya Rojava, berxwedana Kobanê û yekîtiya neteweyî ya Kurd derket pêş.
Kurdistanî û dostên wan li bajarên cuda ên Fransayê daketin qadan û êrîşên li ser Rojava protesokirin. Di meş û mitîngên li Chambery û Montpellierê de hate destnîşankirin ku Rojava ne bi tenê ye û banga mezinkirina piştevaniya navneteweyî hate kirin.
LI CHAMBERYÊ MEŞA PIŞTEVANIYÊ JI BO ROJAVA
Li bajarê Chambery ê Fransayê, bi tevlîbûna beşdarên ji herêma Lyonê jî, meşekî girseyî hate lidarxistin. Meş li pêşiya Palais de Justice destpê kir û li pêşiya Walîtiya Savoie (Préfecture de la Savoie) bi dawî bû.
Ji xeynî Chambery û derdora wê, gelek Kurd û dostên wan ji Lyonê tevlî bûn. Di tevahiya meşê de dirûşmeya, “Rojava ne bi tenê ye” bilind bû. Girseyê bi taybet silav ji herêmên berxwedanê bi taybet ji Kobanê, Qamişlo û Hesekê re şand.
Meş nêzî saetek dewam kir û dewamî dirûşmeyên Bijî Rojava”, “Bijî YPG/YPJ”, “Bijî QSD”, “Jin, jiyan, azadî”, “Kujer Colanî, kujer Erdogan” hatin berzkirin.
Di axaftinên piştî meşê de hate destnîşankirin ku têkoşîna rewa û demokratîk ya gelê Kurd dewam bike. Axaftvanan destnîşankirin ku ew li gel hêzên QS YPG û YPJ’ê ne û ev têkoşîn ne tenê ya gelê Kurd, têkoşîna hevpar a hemû gelên parastvanê azadî û demokrasiyê ne ye.
Aktivîstên Fransî ku tevlî çalakiyê bûn, peyamên piştevaniyê ji bo gelên Rojava dan.
LI MONTPELLIERÊ MEŞA ‘STATU JI BO ROJAVA’
Li bajarê Montpellier ê Fransayê, bi daxwaza statu ji bo Rojava meş û mitîng hate lidarxistin. Kurdistanî û dostên wan ên ku di saet 18:00’an de li Parc Peyrou li hev civiyan, meşekî girseyî li dar xistin.
Girseya ku bi dirûşmeyên, “Bijî berxwedana Rojava” û “Rojava biparêze” ber bi Qada Comedie ve meşiyan, li vir mitîng li dar xistin. Mitîng di şexsê şehîdên Rojava de bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir.
Di daxuyaniyan de hate diyarkirin ku heta azadiya Rojava wê li qadan bin. Çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.