BI DÎMEN

Li Marsîlyayê şehîdên Rojava hatin bibîranîn

Li Marsîlyayê ji bo kesên di êrîşa çeteyên HTŞ û DAÎŞ’ê de li Rojava şehîd bûn, çalakiya bîranînê hat lidarxistin. Di çalakiyê de şehîdên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Hesekê hatin bibîranîn û hate destnîşankirin ku berxwedan sembola pêşeroja bi rûmet a gelan e."

Li bajarê Marsîya yê Fransayê, ji bo kesên ku di êrîşa çeteyên HTŞ-DAÎŞ û dewleta Tirk de li Rojava şehîd bûn, li Navenda Çanda Kurd a Marsîlyayê çalakiya bîranînê hate lidarxistin. Di bîranînê de, di bin dirûşmeya,  “Lehengên Berxwedana Hêbûn û Rûmetê” de wêneyên şehîdên fedayî hate teyisandin.

Di çalakiya bîranînê de, şehîdên yekîtiya neteweyî yên Kurdistanê ku li Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Hesekê şehîd bûn, hatin bibîranîn. Di şexsê şehîdên Rojava de, ji bo Şehîdên Azadiya Kurdistanê deqîqeyek rêz hate girtin û sirûda neteweyî “Ey Reqîp” hate xwendin.

Di axaftinan de hate destnîşankirin ku gelê Kurd zêdeyî sed sal in di têkoşîna azadiyê de berdêlên giran didin û hate diyarkiirn kuk dilsoziya bi şehîdan re wê têkoşînê mezin bike û yekîtiya gelan xurt bike.

Di daxuyaniyan de hate destnîşankirin ku berxwedana li Rojava, ne tenê têkoşînekî azadiyê ye, têkoşîneke dîrokî ya di navbera ronahî û tarîtiyê de ye.

Piştî axaftinan, sînevîzyona li ser jiyana şehîdên Rojava hate pêşandan. Çalakiya bîranînê bi soza dilsoziya bi bîranîna şehîdan re bi dawî bû.