Li Konstanz û Bensheimê çalakiyên piştevaniyê bi Rojava re
Di çalakiyên li bajarên Konstanz û Bensheim ên Elmanyayê de, berxwedana Rojava hat silavkirin û banga rawestandina êrîşan hat kirin.
Di çalakiyên li bajarên Konstanz û Bensheim ên Elmanyayê de, berxwedana Rojava hat silavkirin û banga rawestandina êrîşan hat kirin.
Li bajarên Konstanz û Bensheim ên Elmanyayê, Kurdistanî û dostên wan êrîşên li ser Rojava protestokirin û peyamên piştevaniyê dan.
KONSTANZ
Li bajarê Konstanz ê Elmanyayê, bi armanca piştevaniya bi Rojava re çalakî hate lidarxistin. Di çalakiya li navenda bajêr de gelek caran dirûşmeyên, “Bijî berxwedana Rojava” hatin berzkirin.
Girseyê bal kişand ser êrîşên li ser gelê Rojava û bang li raya giştî ya navneteweyî kir ku bêdeng nemîne. Çalakî piştî daxuyanî û dirûşmeyan bi dawî bû.
BENSHEIM
Li bajarê Bensheim ê Elmanyayê, ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk ve ji bo protestokirina êrîş û komkujiyên li ser Rojava, çalakî hate lidarxistin. Li navenda bajêr meşekî girseyî hate lidarxistin û gelek kes ji navçe û bajarên derdor tevlî çalakiyê bûn.
Di tevahiya meşê de dirûşmeyên, “Bijî berxwedana Rojava”, “Jin, Jiyan, Azadî”, “Şehîd namirin” û “Rojava, Rojhilat e, Kurdistan yek welat e” hatin berzkirin. Girseyê diyar kir ku ew bi gelê Rojava re di nava piştevaniyê de ne û bertek nîşanî êrîşan dan.
Çalakî piştî daxuyaniya çapemeniyê, bi nirxandinên meclîsa bajêr û xwendian peyamên piştgiriyê ya Meclîsa Piştevaniyê ya Elman-Kurd bi dawî bû. Di çalakiyan de îşaret bi pişgiriya ji bo têkoşîna gelên Rojava hate kirin û banga tavile rawestandina êrîşan hate kirin.