EWROPA
Hemû Nûçe
-
Malbatên Şehîdan li Winterthurê li hev civiyan
Malbatên şehîdan di çalakiya li bajarê Winterthur ê Swîsreyê de bal kişandin ser êrîşên li ser Rojava û bang li gelê Kurd kirin ku di nava yekîtiyê de têbikoşin. -
Jinên Kurd li Moskowa gotin: “Parastina Rojavayê parastina hemû Kurdistanê ye”
Rêxistinên jinên Kurd li bajarê Moskowa ya Rusyayê êrîşên çeteyên HTŞ, DAÎŞ û dewleta Tirkiyeyê li ser Rojava şermezar kirin û piştevaniya xwe ya ji bo Rojava anîn ser ziman. -
Li Katalonyayê bi sedan kes ji bo Rojava meşiyan
Li bajarên Barcelona û Lleîda yên Katalonyayê, bi sedan kes ji bo piştevaniya bi berxwedana Rojava re meşiyan. -
TJK-E û KCDK-E’yê bang kir: Em têkoşîna "Statu ji bo Rojava" mezin bikin
TJK-E û KCDK-E’yê destnîşan kir ku di salvegera Serketina Kobanê de êrîşên li ser Rojava zêde bûne û banga parastina Kobanê û xwedîderketina Şoreşa Rojava di asta gerdûnî de kir. -
Li Helsînkî ji bo Rojava û Rojhilat çalakî hate lidar xistin
Li paytexta Fînlandiya Helsînkî, Kurd û dostên wan ji bo piştgiriya berxwedana Rojhilat û Rojava li hev kom bûn. Di çalakiya li Qada Narinkkatori de, li dijî dagirkeran dirûşm hatin berzkirin û ji saziyên navneteweyî hat xwestin ku gelê Kurd biparêzin. -
Karawana Gelan li Viyanayê ye: ‘Em nikarin bêdeng bimînin’
“Karawana ji bo Parastina Mirovatiyê” (Caravan for the Defence of Humanity) ku ji ciwanên enternasyonalist ên ji çar aliyên cîhanê pêk tê, bi beşdariya zêdetirî 100 kesî gihîşt bajarê Viyana yê Awusturyayê. -
YJK-E û KON-MED: Êrîşên dagirkerî û komkujiyê bi dawî bikin
YJK-E û KON-MED’ê bi daxuyaniyeke hevpar êrîşên çeteyên girêdayî HTŞ, DAÎŞ û dewleta Tirk ên li ser Rojava şermezar kirin û banga çalakiyên bênavber li Kurdistaniyên li Elmanyayê dijîn, kirin. -
Li Brukselê Civîna Lêkolîna Rewşa Niha ya Îran û Rojhilatê Kurdistanê
Duh nûnerên partî û rêxistinên siyasî, çalakvan û kesayetên Rojhilat li Navenda KNK’ê ya li Brukselê ‘Civîna Lêkolîna Rewşa Niha ya Îran û Kurdistanê (Rojhilat)’ lidar xistin. Encamnameya civînê hate ragihandin. -
Dr. Jeffrey: Bêdengiya li hemberî qirkirina Kurdan, hevkarî ye
Mamosteyê Beşa Sosyolojiyê ya Zanîngeha Cambridge Dr. Thomas Jeffrey Miley nerazîbûn nîşanî bêdengiya DYE û Îngilistanê ya li hemberî êrîşên li ser Rojava da û got, bêdengî tê wateya hevkariya êrîşên qirkirinê. -
Li Arjantînê ji bo piştgiriya Rojava pêşnûme hat pêşkêşkirin
Li Arjantînê parlamenterên Yekîtiya Eniya Çepgir (Frente de Izquierda Unidad), pêşnûmeyeke ku êrîşên komên çete yên girêdayî rejîma Sûriyeyê û Tirkiyeyê yên li ser Rojava şermezar dike, pêşkêşî Meclîsa Eyaleta Buenos Airesê kirin. -
Li Trondheim’ê mîtînga ji bo piştgiriya Rojava
Li sêyemîn bajarê mezin Trondheim ê Norweçê meş û mîtîngeke herî girseyî ya salên dawî, hate lidarxistin. -
Ji Brîtanyayê bangên ji bo piştgiriya bi Rojava re
Li hemberî êrişên li ser Rojava li qada navneteweyî nerazîbûn mezin dibe. Siyasetmedar, nivîskarên jin û rêxistinên civakî yên sivîl ên li Îngilistanê bang li Serokwezîr Keir Starmer û hikumetê kir ku dawî li bêdengiya xwe bînin. -
Gel li Awusturyayê ji meydanan dernakeve: Rojava hêvî ye, hêviya me nikarin hilweşînin
Li Viyana, Salzburg, Graz û Bregenzê bi hezaran kes li dijî êrîşên li ser Rojava şermazer kirin; şoreşa jinê û têkoşîna rêveberiya xweser a demokratîk hate parastin. -
Li Torontoyê bi sedan kes kom bûn, bang li meşa mezin a sibê kirin
Kurdistaniyên ku li Kanadayê dijîn, ji bo êrîşên li ser Rojava protesto bikin, li Meydana Mississauga ya Torontoyê çalakiyeke girseyî lidar xistin. Rêxistinkar bang li hemû gel kirin ku roja Yekşemê ji bo Rojava beşdarî meşa mezin a li Torontoyê bibin. -
Enternasyonalîstan: Kobanê biparêzin, bêdengiyê bişkînin
Beşdarbûna li gel Peoples’ Caravan (Caravana Gelan) berdewam dike. Enternasyonalîstên ku ji Torino’yê tevlî caravanê bûne, bang kirin: “Werin em bi hev re bêdengiyê bişkînin!” -
Evin Încir: Ger Kurd nebûna DAÎŞ hîn jî li Ewropayê bû
Endama Parlamentoya Ewropayê Evin Încir, li hember bêdengiya saziyên Yekîtiya Ewropayê ya li dijî êrîşên li ser Rojava nerazîbûn nîşan da. Încir got: “Yê ku li dijî DAÎŞ’ê şer kirin Kurd bûn. Ger Kurd nebûna DAÎŞ hîn jî li Ewropayê bû.” -
Fabian Molina: Êrîşên li ser Rojava ji bo Ewropayê jî metirsiyek mezin e
Parlamenterê Swîsrî Fabian Molina diyar kir ku êrîşên komên cîhadî yên li ser Rojava êrîşeke giran li ser demokrasî û mafên mirovan e û got: “Ev êrîş ji bo Ewropayê jî metirsiyeke mezin in; divê tavilê bikevin tevgerê.” -
Çalakiyên li Swêd û Swîsreyê didomin: Em ji bo Rojava ji her tiştî re amade ne
Li bajarên Swêd û Swîsreyê ji bi protestokirina êrîşên çeteyan ên li ser Rojava meş û mîtîng hatin lidarxistin. Girseyê peyama yekîtî û hevgirtina neteweyî da. -
Li Fransayê bi deh hezaran li qadan e: Rojava rûmet e
Li gelek bajarên Fransayê ji bo piştgiriya bi Rojava re , meş û mîtîng hatin lidarxistin. Deh hezaran kes bi dirûşma "Rojava rûmet e" qad tijî kirin û bang li civaka navneteweyî kirin ku li dijî gefên dewleta Tirk, HTŞ û komên radîkal têkevin nav tevgerê. -
Li 20 bajarê Îtalyayê bi hezaran kes ji bo Rojava çalakiyê lidar xistin
Li paytexta Îtalya Romayê û zêdetirî 20 bajaran, bi hezaran kes êrîşên li ser Rojava protesto kirin. Di çalakiyan de bang li parastina nirxên şoreşê, vekirina korîdora mirovî û şermezarkirina bêdengiya navnetewî hate kirin. -
Bi hezaran kes li Lozanê meşiyan: Silav ji berxwedêran re!
Li Lozanê dostên Kurdan di meşa ku bi hezaran kes tevlî bûn de gotin, “Kurd ne bi tenê ne” û gelê Rojava yê berxwedêr û hemû aliyên ku piştgirî didin berxwedanê, hatin silavkirin. -
183 rêxistin ji 39 welatan "Rojên Çalakiya Kurewî a Parastina Şoreşa Rojava" ragihandin
Torên navnetewî RiseUp4Rojava û Women Defend Rojava li hemberî êrişên leşkerî ên zêde û gefên li ser Rojava ligel 183 sazî û 72 kesan ji 39 welatan navbera 25’ê Rêbendanê û 1’ê Sibata 2026an wekî Rojên Çalakiya Kurewî a Parastina Şoreşa Rojava ragihandin. -
Li Hollanda û Belçîkayê bi hezaran kes ji bo Rojava daketin qadan
Kurdistanî û dostên wan di çalakiyên li Amsterdam, Eupen û Anversê de êrîşên li ser Rojava protesto kirin. -
Li Cenevreyê bi hezaran kes: Ji Mahabadê heta Qamişlo em yek vîn û yek deng in
Li bajarê Cenevre yê Swîsreyê, bi hezaran Kurdistanî û enternasyonalîst ji bo protestokirina êrîşên HTŞ, DAIŞ û hêzên navneteweyî yên li ser Rojava, ji Place Girardinê heta Meydana Plainpalaisê meşiyan. -
Li seranserê Elmanyayê bi sed hezaran kes ji bo piştevaniya Rojava li qadan in
Bi deh hezaran Kurdistanî û dostên wan ên ku li gelek bajarên Elmanyayê daketin qadan, êrîşên çeteyên HTŞ, DAÎŞ û dewleta Tirk yên li ser Rojava şermezarkirin û gelên li ber xwe didin û şervanan silav kirin.