Li bajarê Linz ê Awistiralyayê, bi armanca protestokirina êrîş û komkujiyên li ser Rojava, meşek hate lidarxistin. Kurdistaniyên tu tevlî meşê bûn, gelek caran dirûşmeya, “Bijî Berxwedana Rojava” berzkirin.
Agirî Kobanê ku di çalakiyê de axivî, destnîşan kir ku dorpêça li Kobanê û derdora wê ne mirovî ye. Kobanê diyar kir ku li herêmê zarok, jin û sivîl ji ber şert û mercên giran ên zivistanê, jiyana xwe ji dest didin û got tiştên diqewimin trajediiyeke mezin a mirovahiyê ye.
Kobanê di axaftina xwe de diyar kir ku yekîtiya ji bo gelê Kurd pir girîng e û got ku divê yekîtiya neteweyî pêk were. Agirî Kobanê îşaret bi girîngiya ragihandina 1’ê Sibatê wekî Roja Piştgiriya bi Rojava re ya Cîhanê, kir û anî ziman ku îradeya yekitî, berxwedan û piştevaniyê ya gelê Kurd temsîl dike.
Meş piştî axaftinan, bi dirûşmeyan bi dawî bû.
VIYANA
Li paytexta Awûstûrya Viyanayê ji bo piştgiriya Rojava meşek hate lidarxistin.
Bi dehan Kurdistanî û dostên wan piştî nîvro li herêma Landstraße kom bûn û ber bi Pratersternê ve meşiyan. Meş bi deqeyek bêdengiyê ji bo bîranîna şehîdên şoreşê dest pê kir.
Di axaftinan de hate destnîşankirin ku Rojava ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn ji bo aştî, azadî û wekheviyê têdikoşe. Di meşê de dirûşmeya "Bijî Bûberxwedana Rojava" hat berzkirin.