BI DÎMEN

Li Sionayê çalakiya piştevaniya Rojava: Metirsî hîna heye, berxwedan dewam dike

Li bajarê Sion ê kantona Valais/Wallis a Swîsreyê, bi armanca piştevaniya bi Rojava re çalakî hate lidarxistin.

Li bajarê Sion ê kantona Valais/Wallis a Swîsreyê ji bo piştevaniya bi Rojava re çalakî hate lidarxistin. Çalakî di saet 14:00’an de, li Parc du Chanoine Berchtoldê pêk hat.

Di çalakiyê de Nesimî Guzel bi zimanê Kurdî axivî û bal kişand ser perspektîfa azadî û jiyana hevpar ku gelê Kurd zêdeyî pêncî sal in parastina wê dikin.

Guzel, bilêv kir ku Kurd tu car hêza xwe bi armanca êrîşê bi kar neanîne û diyar kir ku bi vê têgihiştinê re li çar parçeyên Kurdistanê bi hêza xwe ya cewherî vê berxwedanê dimeşînin.

Her wiha hate diyarkirin ku gelê Kurd li dijî êrîşên berfireh ên ji bo tasfiyekirina modela jiyanê ya Kurdan li Rojava ava kirine, ji Rojhilat heta Bakur, ji Başûr heta Rojava tevî dostên xwe di nava berxwedan û seferberiyeke mezin de ne.

Bi taybetî hate destnîşankirin ku Kurdên li Ewropayê nêzî meheke bêyî navber li qadan in û hate destnîşankirin ku ev têkoşîn rê li ber metirsiyeke mezin girtiye.

Di çalakiyê de bang li saziyên navneteweyî hat kirin. Girseyê daxwazên ewlehiya navneteweyî ya ji bo hebûna gelê Kurd, berpirsyariya çalak a NY’ê û avakirina hêza çavdêriyê ya ji bo şopandina pêkanîna peymanê, anîn ser ziman.