NÛ BÛ

Li Elmanyayê bi konvoy, meş û mitîngan çalakiyên piştevaniyê ji bo Rojava

Kurdistanî li bajarên Hannover, Hattingen û Villingen-Schwenningen ên Elmanyayê, ji bo protestokirina êrîşên li ser Rojava û daxwaza naskirina statuya wê, çalakiyên konvoya bi wesayîtan, meş û mitîngan li dar xistin.

HANNOVER

Li bajarê Hannover ê Elmanyayê, ji bo piştevaniya bi Rojava re çalakiya konvoyê hate lidarxistin. Konvoy nêzî 85 û 100 wesayîtan pêk hat. Di konvoya ku li kolanên bajêr çû de, peyamên piştevaniyê bi Rojava re hat dayîn. Di tevahiya çalakiyê de dirûşmeyên “Bijî Berxwedana YPG”, “Bijî Berxwedana YPJ” û “Bijî Berxwedana Rojava” hatin berzkirin. Wesayît bi al û pankartên ku berxwedana gelê Kurd silav dikin, hate xemilandin.

HATTINGEN

Kurdistaniyên li bajarê Hattingenê dijîn, ji bo piştevaniya Rojava û naskirina statuya wê meşek li dar xistin. Meşa ku di saet 14:00’an de destpê kir, ber bi navenda bajêr ve çû. Gelek kes tevlî çalakiya ku li Hattingenê cara ewil tê lidarxistin, bûn. Beşdaran di tevahiya meşê de, dirûşmeyên,  “Jin Jiyan Azadî”, “Bijî Berxwedana Rojava”, “Alle zusammen gegen den Faschismus” û “Bijî Berxwedana YPG-YPJ” berzkirin û tevî sirûdên berxwedanê meşa xwe domandin.

Di dema çalakiyê de banga tevlîbûnê ji bo meşa ku wê sibê li Friedrichstraße a li bajarê Velbert ê Elmanyayê were lidarxistin, hat kirin. Meş bi dirûşme û sirûdan bi dawî bû.

VILLINGEN-SCHWENNINGEN

Kurdên li Villingen-Schwenningenê, di çarçoveya 1’ê Sibatê Roja Piştgiriya bi Rojava re ya Cîhanê de meş û mitîngek li dar xistin û peyama xwedîderketina li Rojava dan.

Di axaftinên çalakiyê de peyama, “Xwedîderketina li Rojava rûmet e; parastina Kurdistanê ye” derket pêş. Beşdaran diyarkirin ku Rojava hemû Kurdan dike yek û destnîşan kir ku ev bûyereke dîrokî ye. Di tevahiya çalakiyê de dirûşmeya, “Hemû Kurd yek in” li qadê deng veda.

ERFURT

Li bajarê Erfurt ê Elmanyayê, bi sedan Kurdistanî û dostên wan ji bo protestokirina êrîşên çeteyên HTŞ-DAÎŞ’ê yên li ser Rojava û daxwaza naskirina statuya Rojava meşiyan.

Girseya ku li stasyona trenê ya navedî li hev civiyan, heta Qada Angerê meşiyan. Beriya meşê, nûnerên Die Linke û MLDP’ê axaftinên piştgiriyê kirin. Girseya ku piştre dest bi meşê kir, dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî”, “Kîne em? Kurd in em”, “Terorîst Colanî, terorîst Erdogan”, “Bijî berxwedana Rojava” û “Bijî berxwedana YPG-YPJ” berzkirin.

Kurdistanî û dostên wan ên ku tevî berf û hewaya sar heta Qada Angerê meşiyan, bi dirûşmeyan dawî li çalakiya xwe anîn. 

ROSENHEIM 

Li bajarê Rosenheim ê li eyaleta Bavyerayê bi sedan Kurdistanî û dostên wan ji bo protestokirina êrîşên li ser Rojava meşiyan.

Di axaftinpn meşê de li ser hevgirtina bi Rojava re hat rawestandin û hat gotin ku divê statuya Rêveberiya Xweser di asta destûrî û navneteweyî de were misogerkirin.

Di xwepêşandanê de bal kişandin ser krîza mirovî û şert û mercên dorpêçkirinê yên li herêmê, pankart û dovîzên ku sûcên li dijî mirovahiyê yên ji hêla çeteyên HTŞ û DAÎŞ’ê ve hatine kirin eşkere kirin, hatin hilgirtin. Girseyê dirûşmeyên "Bijî berxwedana Rojava" û "Gelê Kurd yek e" berz kirin.

BERLÎN 

Li paytexta Elmanya Berlînê Kurdistanî û dostên ji bo şermezarkkriba êrîşên li ser Rojava wan meşek li dar xistin. Meş li Leopoldplatzê dest pê kir û heta Deriyê Brandenburgê yê Berlînê / Pariser Platz berdewam kir.

Di meşê de alên YPG û YPJ û dovîzên “Defend Rojava", "Rojava ne bi tenê ye" û "Êrîşên li dijî gelê Kurd rawestînin" hilgirtin û dirûşme berz kirin. Namzeta şaredariya Berlînê ya Die Linke Elif Eralp jî di çalakiyê de axivî û helwesta xwe ya li dijî êrîşên li ser Rojava anî ziman.

Di meşê de, çend alîgirên Tirk û HTŞ’ê hewl dan provokasyonan bikin; polîsan mudaxele kir û hin ciwan hatin binçavkirin. Di çalakiyê de hat diyarkirin ku li Rojava  sûcê li dijî mirovahiyê tê kirin û bang li Yekîtiya Ewropayê kir ku bêdengiya xwe bişkîne û helwestek zelal li dijî êrîşên Tirkiyeyê bigire.