Li Anvers, Graz û Villachê çalakiyên, “Rojava Biparêze” hatin lidarxistin
Di çalakiyên li Anvers, Graz û Villachê de, êrîşên li ser Rojava hatin protestokirin û daxwaza statuyê ji bo Rojava hate kirin.
Di çalakiyên li Anvers, Graz û Villachê de, êrîşên li ser Rojava hatin protestokirin û daxwaza statuyê ji bo Rojava hate kirin.
Bi sedan Kurdistanî û dostên wan ên ku bi banga “Rojava Biparêze” li hev kom bûn, ji bo şermezarkirina êrîşên li ser Rojava û piştevaniya berxwedanê, di 31’ê Çileyê saet 16:30’an de li pêşiya Graz Hauptbahnhofê kom bûn.
Meş, bi sirûda Ey Reqîb ji bo bîranîna şehîdan bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre, girse ber bi navenda bajêr ve meşiya. Di tevahiya meşê de dirûşmeyên, “Yek e Kurdistan”, “Kîne em, Kurd in em”, “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî berxwedana Kobanê”, “Jin, Jiyan, Azadî” û “Free Kurdistan” hatin berzkirin.
Meş, li Qada Rathausê bi dawî bû. Di daxuyaniya bi zimanê Elmanî ya çalakiyê de, sedemên çalakiyên ku bi rojan in dewam dikin û berteka li dijî êrîşên li ser Rojava anîn ser ziman. Çalakî bi xwendina danezana bi Kurdî û Erebî bi dawî bû.
ANVERS
Li bajarê Anvers ê Belçîkayê, ji aliyê Komaleya Kurd ve bi daxwaza statuya Rojava, li pêşiya Avahiya Opera çalakî hate lidarxistin. Di çalakiyê de wêneyên kesên ku li Rojava di êrîşên dawî de şehîd bûne, hate nîşandan. Girseyê gelek caran dirûşmeyên ji bo piştevaniya Rojava berz kir.
VILLACH
Li bajarê Villach ê Awûstûryayê Kurdistanî ji bo piştgiriya berxwedana Rojava meşiyan. Girseya ku saet 16.00’an de kom bû û bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdên şoreşa Kurdistanê û xwendina sirûda Ey Reqîb dest bi çalakiyê kir.
Di meşê de dirûşmeyên "Şehîd namirin", "Bijî Rojava", "Bijî berxwedana Rojava", “Defend Rojava", "Bijî Kurdistan" û "Gelê Kurd yek e" hatin berzkirin. Girs bi hilgirtina pankartan, alên YPG û YPJ û Kurdistanê gel û şervanên Rojava silav kirin.
Kurdistanî û dostên wan gihîştin meydana navendî û di meşa bi qasî 6 kîlometreyan berdewam kir de berxwedana li Rojava kirin.