Ciwanên Kurd ji bo Rojava li Zurîhê standa agahdariyê danîn

Ciwanên Kurd ji bo xurtkirina hevgirtina bi Rojava re li Zurîhê standa agahdariyê danîn. Di çalakiyê de banga piştgiriya ji bo kampanyaya alîkariyê ya ku ji hêla Heyva Sor a Kurd ve hatiye destpêkirin hat kirin.

Li bajarê Zurîh ê Swîsreyê ciwanên Kurd li herêma Bahnofstrasse ji bo xurtkirina hestyariyê û hevgirtina bi Rojava re standa agahdariyê danîn.

Di çalakiyê banga piştgiriya ji bo kampanyaya alîkariyê ya ji bo Rojava ya ku ji hêla Heyva Sor a Kurd ve hatiye destpêkirin hatin dubarekirin. Ciwanan li standa agahdariyê belavokên bi zimanê Elmanî li welatiyên Swîsreyê yên ku derbas dibûn belav kirin û li ser pêşketinên dawî yên li Rojava agahî dan.

Gel eleqeyeke mezin nîşanî standê dan. Di çalakiyê de banga xurtkirina hevgirtina bi Rojava re û berfirehkirina alîkariya mirovî derketin pêş.

Her wiha hat ragihandin ku piştgiriya ji bo kampanyaya alîkariyê ya Heyva Sor a Kurd ji bo Rojava berdewam dike.