BI DÎMEN

Kurdistanî li Nice û Bordeauxê êrîşên li ser Rojava protestokirin

Bi hezaran kes li Nice û Bordeauxê, li dijî êrîşên çeteyên HTŞ-DAÎŞ’ê meşiyan û banga piştevaniyê ji bo gelê Rojava kirin.

Kurdistanî û dostên wan li bajarê Nice yê Fransayê, bi armanca protestokirina êrîşên HTŞ û DAÎŞ’ê yên li ser Rojava meşiiyan. Çalakî li pêşiya stasyona sereke ya Nicê destpê kir û li Qada Massena bi dawî bû. Girseyê ku li qadê kom bû, ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê deqîqeyek rêz girt.

Nûnerên komaleyên Ermenî, Partiya Sosyalîst a Fransî û Meclîsa Gel a Kurd mafê axaftinê girtin û îşaret bi têkoşîna hevpar kirin. Beşdaran dirûşmeyên, “Kujer Erdogan, kujer Colanî”, “Kurdistan Yek e”, “Bijî berxwedana YPG”, “Bijî YPG” berzkirin û banga piştevaniyê ji bo gelê Rojava kirin.  

BORDEAUX

Li Bordeauxê jî bi hezaran Kurdistanî li dijî êrîşên li ser Rojava li Qada  Place de la Bourse kom bûn û heta Qada Liberte meşiyan.

Girseyê gelek caran dirûşmeyên, “Bijî Rojava”, “Bijî Berxwedana Rojava”, “Defend Rojava” û “Bijî Kurdistan” berzkirin. Di çalakiyê de alên YPG, YPJ û Kurdistanê hatin hilgirtin. Çalakî bi deqîqeyek rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên şoreşa Kurdistanê destpê kir.

Di axaftinên çalakiyê de îşaret bi êrîşên li ser Rojava hate kirin û îşaret bi berdewamkirina piştevaniyê hat kirin.