BI DÎMEN

Li Osloyê Kurdistanî û dostên wan ji bo Rojava li qadan bûn

Bi hezaran Kurdistanî û dostên wan li paytexta Norwêc Osloyê, bi armanca piştgiriya Rojavayê Kurdistanê meş û mîtîngek lidar xistin. Di çalakiyê de peyamên yekîtî û berxwedanê hatin dayîn.

Bi hezaran Kurdistanî û dostên wan îro li Osloyê meş û mîtîngek dîrokî lidar xistin da ku piştgiriya berxwedana Rojava bikin. Girseya ku li ber stasyona trênê ya navendî ya bajêr kom bû, qadê bi alên Kurdistanê xemiland û dirûşmeyên wekî "Bijî Berxwedana Rojava”, “Bijî Berxwedana Rojhilat”, “Jin Jiyan Azadî” û “Gelê Kurd yek e" berzkirin.

Di mitînga piştî meşê de gelek axaftin hatin kirin. Parlamenter Marian Hussein, Parlamenter Trine Lise Sundnes, Parlamenter Bjørnar Moxnes û Parlamanter Bjarte Bjørsvik di axaftinên xwe de piştgiriya xwe ji bo berxwedana Rojava anîn ziman.

Çalakî bi dubarekirina peyamên hevgirtinê bi Rojava re û bangên yekîtiyê bi dawî bû.