NÛ BÛ

Li Fransayê Kurdistaniyan êrişên li ser Rojava protesto kirin

Li bajarên Nice, Bordeaux, Avignon, Strasbourg û Lyonê bi hezaran kesî li dijî êrîşên çeteyên HTŞ-DAÎŞê meşiyan û banga piştevaniya ji bo gelê Rojava kirin.

Li bajarê Nice ê Fransayê, Kurdistanî û dostên kurdan ji bo protestokirina êrîşên Heyet Tehrîr el-Şam (HTŞ) û DAÎŞê yên li ser Rojava meşek pêkanîn. Çalakî li ber stasyona trênê ya sereke ya Niceê dest pê kir û piştî meşa li ser rêyeke sê kîlometreyî, li Meydana Massénayê bi dawî bû. Girseya ku li meydanê civiyan, ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz girtin.

Di çalakiyê de nûnerên komeleyên Ermenan, Partiya Sosyalîst a Fransayê û Meclîsa Gel a Kurd axivîn û bal kişandin ser piştevaniya hevpar. Beşdaran bi dirûşmên wekî “Kujer Erdogan, kujer Colanî”, “Kurdistan Yek e”, “Bijî berxwedana YPG” û “Bijî YPG” bang li gelê Rojava kirin.

BORDEAUX

Li Bordeauxê bi hezaran Kurdistanî, wekî parçeyek ji çalakiyên ku bi rojan e berdewam dikin, li Meydana Place de la Bourse civiyan. Girsê ber bi Meydana Liberté ve meşek pêk anî. Girseya gel bi berdewamî dirûşmên “Bijî Rojava”, “Bijî Berxwedana Rojava”, “Defend Rojava” û “Bijî Kurdistan” berz kirin. Di çalakiyê de pankartên silavkirina gelê Rojava û şervanan, flamayên YPG û YPJê û alên Kurdistanê hatin hildan. Çalakî piştî rêzgirtina ji bo şehîdên şoreşa Kurdistanê, bi xwendina sirûda "Ey Reqîb" dest pê kir.

AVIGNON

Li Avignonê gelê Kurd ji bo protestokirina êrîşên li ser Rojava meşek li dar xist. Çalaki saet di 14:00an de li ber Garê ya Avignonê dest pê kir. Girsê alên bi rengê zer, sor û kesk û alên YPG/YPJê hildan. Di dirêjahiya meşê de li ser kolanan bi berdewamî dirûşma “Bijî Berxwedana Rojava” hat qîrîn. Meş li meydaneke navenda bajêr bi mîtîngekê bi dawî bû. Di axaftinan de peyama ku "heta Rojava azad bibe wê çalakî li her derê berdewam bikin" hat dayîn.

STRASBOURG

Ji ber 1ê Sibatê Roja Rojava ya Cîhanê, li Strasbourgê çalakiyên xwedîderketina li Rojava di nava rojê de berdewam kirin. Di vê çarçoveyê de li Meydana Kleberê standa agahdarkirinê hat danîn û li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd civîneke gel hat lidarxistin. Di standê de bi belavokên hatin belavkirin bal kişandin ser hewldanên çeteyên cîhadîst ên HTŞê yên ji bo rewakirina xwe û polîtîkayên komkujiyê yên dewleta Tirk.

Piştre civîna gel li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd pêk hat. Nûnerê PYDê yê Ewropayê Dexîl el-Abas wekî axivêr beşdarî civînê bû. El-Abas diyar kir ku êrîşên li ser Helebê ne bûyerên leşkerî yên hêsan in, parçeyek ji konsepta navneteweyî ya berfireh in. 

LYON

Bi sedan Kurdistanî û dostên wan li ser banga Komîteya Rojava saet di 14.00’an de li Place Jean Macé kom bûn, piştî sirûda Ey Reqîb, ji bo bîranîna şehîdan bi berzkirina dirûşmeyan meşiyan.

Di meşê de dirûşmeyên bi zimanên Kurdî û Fransî “Jin, Jiyan, Azadî", "Rojava berxwedan e", "Bijî berxwedana Rojava", "Rojava ne bi tenê ye", “Ji bo Rojava statû”, "Azadî ji bo Ocalan" û "Bijî hevgirtina navneteweyî" hatin berzkirin.

Komeleya Çandî ya Kurd a Mezopotamyayê, Yekîtiya Jinên Sosyalîst, Partiya Komunîst a Fransayê û Young Struggle beşdarî meşên bûn û alên YPG û YPJ’ê hilgirtin.

Meş li Qada Bellecour bi daxuyaniyên çapemeniyê yên bi Fransî û Kurdî, dirûşme û çepikan bi dawî bû. Di axaftinan de, hat diyarkirin ku Rojava "keleha zêrîn a mirovahiyê ye" û peyam hat dayîn ku têkoşîna li dijî polîtîkayên emperyalîst û êrîşên cîhadîst ên selefî dê berdewam bike. Axaftvanên enternasyonalîst diyar kirin ku wan berwedan bi rûmet ji têkoşîna gelê Kurd hîn bûne û diyar kirin ku hevgirtin wê bidome.