BI DÎMEN

Li Berlînê eleqeya ji bo panela ‘Li Rojava çi diqewime?’

Li paytexta Elmanya Berlînê panela “Şoreşa navbera berxwedan û şer: Li Rojava çi diqewime?” hate lidarxistin. Eleqeyeke zêde nîşanî panelê hate dayîn.

PANELA 'LI ROJAVA ÇI DIQEWIME?'

Li paytexta Elmanya Berlînê panela bi sernavê “Şoreşa navbera berxwedan û şer: Li Rojava çi diqewime?” hate lidarxistin.

Panel ji aliyê Buroya Aştiyê ya Jinên Kurd CÊNÎ ve hate lidarxistin. 400 kes beşdarî panelê bûn. Panel 31’ê Çileyê şeva Şemiyê li avahiya Spore Initiative hate lidarxistin. Ji Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê Meral Çîçek semînereke berfireh da. Ji ber tevlîbûna zêde, li qada bi ekran a derveyî salona konferansê jî panel hate şopandin, li ser înternetê bi rengekî zindî hate temaşekirin.

Li ser navê Spore Initiative, kurator Lotta Schafer spasiya CÊNÎ kir û got, ji ber lidar xistina paneleke wiha ew kêfxweş in.

Piştre Meral Çîçek bi semînereke yek saetî bal kişand ser rewşa Rojava.

Meral Çîçek destnîşan kir ku ev pêvajoya ku bi êrîşên li ser Helebê re destpê kir, bi konsepteke navneteweyî hate meşandin û bal kişand ser naveroka peymana 29’ê Çileyê. Meral Çîçek diyar kir ku sûc li dijî jinan hate kirin û got, konseptê destkeftiyên şoreşa jinê jî hedef girt.

Piştî axaftina Meral Çîçek, beşa pirs-bersiv a panelê destpê kir.

Piştî vê beşa ku nêzî 40 deqeyan dom kir, panel bi peyamên piştevaniya ji bo Rojava, bi dawî bû.