BI DÎMEN

Li Lorientê çalakiya Rojava: Têkoşîn wê heta ji holê rakirina gefan dewam bike

Kurdistanî û dostên wan ên li Lorientê daketin qadan, diyarkirin ku gelê Kurd di tevahiya dîrokê de serî li hemberî înkar, komkujî û komployan netewandiye û destnîşankirin ku ew ê ji bo Rojava qadan neterikînin.

Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Lorient ê Fransayê dijîn, li Qada Place François-Mitterrand li hev kom bûn. Endamên Navenda Çanda Elewî ya Morbihan û gelek dostên Kurdan tevlî çalakiyê bûn.

Girseya ku ji vir tevî dirûşme û sirûdan dest bi meşê kirin, gihîştin qada mitîngê ya li Qada Şaredariya Lorientê. Di tevahiya meşê de dirûşmeyên, Bijî Berxwedana Rojava”, “Bijî Yekîtiya Gelê Kurd”, “Rojava Rojhilat e, Kurdîstan yek welat e”, “Bijî YPG”, “Bijî YPJ” ve “Şehîd namirin”, “Rojava ne bi tenê ye”, “Gelê Kurd wê teslîm nebe” û “Li dijî komkujiyan berxwedan” hatin berzkirin.

Di qada mitîngê de ji bo kesên ku li Rojava jiyana xwe ji dest dane, deqîqeyek rêz hate girtin. Piştre axaftin hatin kirin. Di axaftinan de hate destnîşankirin ku gelê Kurd di tevahiya dîrokê de rastî polîtîkayên înkar, îmha û komkujiyê hatine. Axaftvanan diyarkirin ku êrîşên li ser Rojava berdewamiya van polîtikayan e.

Di axaftinan de hate destnîşankirin ku gelê Kurd tu car serî li polîtîkayên înkar û komkujiyê netewandiye. Her wiha hate diyarkirin ku gelê Kurd xak û azadiya xwe ne bi pere, lê ji 7’ê heta 70’ê salî bi ruhê seferberiyê diparêze.

Di berdewamiya axaftinan de hate diyarkirin ku çeteyên bermahiyên DAÎŞ’ê ku dewleta Tirk piştgiriyê dide, destkeftiyên gelê Kurd hedef digrin.

Axaftvanan diyarkirin ku berxwedan û piştevaniya li çar parçeyên Kurdistanê û diasporaya Ewropayê, van planan têk biriye.

Nûnerên ku di çalakiyê de mafê axaftinê girtin, bilêvkirin ku êrîşên berdewam di nava gelê Kurd de hesta yekîtiya neteweyî xurt kiriye û hate diyarkirin ku ev yekîtî hêza herî girîng a têkoşînê ye û banga mezinkirina piştevaniyê hate kirin.

Çalakî bi dirûşmeyên, “Em ê ji bo Rojava qadan neterikînin”, “Rojava ne bi tenê ye” û “Yekîtî, berxwedan û serkeftinê” bi dawî bû.

Beşdaran diyarkirin ku heta êrîş bi dawî bibin û gefên li ser Rojava ji holê rabin, wê têkoşînê bidomînin.”