Ji bo 1’ê Sibatê Roja Cîhanî ya Piştgiriya Rojava, çalakiyên ku ji hefteyan ve li gelek bajarên Kanadayê didomin, îro li Torontoyê bi meşeke girseyî gihîştin lûtkeyê. Kurdên ji çar parçeyên Kurdistanê û dostên wan, êrîşên HTŞ-DAÎŞ û çeteyên piştgiriyê ji Tirkiyê digirin li ser Rojava protesto kirin.
Meşa ku bi bangewaziya saziyên Kurdistanî yên li Kanadayê hate lidarxistin, li ser xeta Yonge-Finch a herî qelebalix a Torontoyê hate kirin. Ciwan û jinên ku bi cil û bergên herêmî derketin qadan, çalakiyê di heman demê de kirin şahiyeke pîrozbahiya Roja Cîhanî ya Rojava.
Di dema meşê de gel gelek caran dirûşmeyên, “Bijî Serok Apo”, “Kurdistan yek e”, “Kî ne em,Kurd in em”, “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî berxwedana Kobanê”, “Jin jiyan azadî” û “Free free Kurdistan” berz kirin.
Gel bi belavkirina daxuyaniyên bi Îngilîzî gelê Kanadayê li ser rewşa dawî ya Rojava agahdar kir.
‘HETA ROJAVA XWEDÎ STATÛ BIBE EM Ê LI QADAN IN’
Nûnerên saziyên Kurdistanî di daxuyaniyên xwe de bang li yekîtî û hevgirtinê kirin. Nûneran bal kişandin ser ku şervanên YPG-YPJ “qet winda nakin” û ev peyam dan: “Heta Rojava bibe xwedî statû kolanên Kanadayê yên me ne. Tu êrîş li hemberî têkoşîna azadiya gelê me encam nagire.”
Di daxuyaniyan de hate gotin ku dewletên cîhanê divê bêdengiya xwe ya li hemberî komkujiyên li Rojava bişkînin, wekî din HTŞ-DAÎŞ û çeteyên paramîlîter ên Tirkiyê dikarin Rojhilata Navîn û cîhanê bixin nav qonaxeke tarî.
Di axaftinan de bal hate kişandin ser krîza mirovî ya li herêmê ya zêde dibe û daxwaz hate kirin ku korîdorên alîkariya mirovî yên lezgîn bên vekirin.
Meş piştî daxuyaniyan bi govenda ciwanên ji çar parçeyên Kurdistanê bi dawî bû. Çalakî ku bi dîmenên rengîn xemilandî bû, bi peyamên hevgirtina xurt bi dawî bû.