BI DÎMEN

Li Hamburgê ji bo Rojava meşiyan

Kurdistanî û dostên wan ji bo Rojava li Hamburgê meş li dar xistin. Di çalakiyê de daxwaza naskirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Sûriyeyê û rakirina dorpêça li ser Kobanî kirin. Siyasetmedaran bêdengiya Rojava li hember êrîşên li dijî Rojava rexne kirin.

Înîsiyatîfa “Ji bo Hamburgê Kurdistan” ji bo hevgirtina bi Rojava re meş hat lidarxistin. Meş bi deqeyek rêxgirtina ji bo Şehîdên Azadiya Kurd li Landungsbruckenê dest pê kir. Girse ji Reeperbahn heta Sternschanze meşiya, peyama piştgiriyê ji bo Rojava û Kobanê ya ku di dorpêçê de ye, dan. 

Siyasetmedar Yavuz Fersoglu di mîtîngê de axivî û êrîşên  yopyekun ên li dijî Rojava vegot. Fersoglu diyar kir ku ji ber êrîşên milîsên cîhadîst bi sed hezaran kes koçber bûne, binesazî hatine wêrankirin û binpêkirinên mafên mirovan ên giran û sûcên şer hatine kirin. Fersoglu bang li hikûmeta Elmanya û YE’yê kir ku ji bo rakirina dorpêça li ser Kobanê û parastina sivîlan tedbîran bigirin.

Parlamentera Partiya Kesk Miriam Block diyar kir ku şervanên Kurd berî bi salan ji ber şerê li dijî DAIŞ’ê hatine pesinandin û anî ziman ku bêdengiya Rojava nayê qebûlkirin.

HEIKE SUDMANN: QEHREMANÊN KU DAÎŞ TÊK KIRIN TÊN CEZAKIRIN

Hevseroka Fraksiyona Çep a Hamburgê Heike Sudmann banga parastina qehremanên ku li dijî DAÎŞ’ê û naskirina rêveberiya xweser kir û got: "Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi xwerêveberiya xwe ya demokratîk, yek ji projeyên demokratîk ên dawîn ên li herêmê ye. Û ev proje bi xwe di bin êrîşeke dijwar de ye. Binesazî, nexweşxane, tesîsên avê, şebekeyên elektrîkê hedef digirin û wêran dikin. Ev projeya demokratîk di aliyê leşkerî de DAÎŞ têk bir û niha ji ber wê tê cezakirin. Em vê yekê qebûl nakin. Tiştê ku niha hewce dike hevgirtin, alîkariya mirovî û piştgiriya ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Daxwazên me naskirina siyasî ya rêveberiya xweser a demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Divê em wan qehremanên li dijî DAÎŞ’ê şer kirin ji bîr nekin.”

KOVARA DER SPIEGEL BI TUNDÎ HAT REXNEKIRIN

Nûnera Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) jî bi tundî rexne li kovara nûçeyan a Elmanî "Der Spiegel" kir. Nûner diyar kir ku kovar, dema ku rewşa Rojava ragihand îdeolojiya tundûtûj a DAÎŞ’ê û komên din ên terorîst bi dijmantiya li hemberî jinan bi kar anî.

Nûnerê VVN/BdA jî li dijî vejîna hêzên Îslamî hişyarî da û têkoşîna Kurdan a li dijî DAÎŞ’ê bi bîr xist.

Dema ku girse gihîşt navenda xweser a Rote Flora li Sternschanze ye bi fîşekên hewayî yên ji şaneşînan hatin teqandin hat pêşwazîkirin. Çalakî bi banga ji bo beşdarbûna çalakiya ku wê roja Yekşemê li navçeya Hamburgê were lidarxistin bi dawî bû.