Li Kiel û Kasselê êrîşên li ser Rojava bi girseyî hatin protestokirin
Kurdistanî û dostên wan li bajarên Kiel û Kassel ên Elmanyayê, li dijî dorpêça li ser Kobanê û Rojava kolanan tijî kirin.
Kurdistanî û dostên wan li bajarên Kiel û Kassel ên Elmanyayê, li dijî dorpêça li ser Kobanê û Rojava kolanan tijî kirin.
Li bajarên Kiel û Kassel ên Elmanyayê, êrîşên li ser Rojava û dorpêça li ser Kobanê bi meşên girseyî hatin protestokirin. Kurd û gelek dostên Kurdan tevlî çalakiyê bûn.
KIEL
Meşa li Kielê li Bahnhofê destpê kir û li Asmus-Bremer-Platzê bi dawî bû. Çalakî ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Girseyê di tevahiya meşê de dirûşmeyên, “Şehîd namirin”, “Jin, Jiyan, Azadî”, “Kurdistan yek welat e” û “Gelê Kurd yek e” berzkirin.
Di daxuyaniya piştî meşê de hate destnîşankirin ku êrîşên li ser Rojava li dijî hiqûqa navneteweyî ye û bêdengiya hikûmeta Elman û raya giştî ya navneteweyî hate rexnekirin. Axaftvanan diyarkirin ku têkoşîna azadî û jiyana bi rûmet a gelê Kurd rewa ye û banga mezinkirina piştevaniyê kirin.
Dorpêça li Kobanê û qeyrana mirovî jî ji aliyê beşdaran ve hate protestokirin.
KASSEL
Li Kasselê jî gel li pêşiya Hauptbahnhofê kom bûn û heta Qada Kasselê meşiyan. Di tevahiya meşê de, alên YPG û YPJ’ê hatin hilgirtin. Girseyê gelek caran dirûşmeyên, “Bijî Berxwedana Rojava”, “Kuejr Colanî”, “Bijî Kobanê” berzkirin. Di axaftinên çalakiyê de banga rakirina dorpêça li ser Kobanê û berpirsyarî girtina welatên Ewropayê hate kirin.
Di çalakiyên her du bajaran de jî hate peyama, “Rojava ne bi tenê ye” hate dayîn û hate destnîşankirin ku wê protesto û çalakiyên bi vî rengî dewam bikin.