BI DÎMEN

Bi hezaran kes li Rotterdamê ji bo Rojava meşiyan: Yekîtiya neteweyî pêdivî ye

Di meşa girseyî ya li bajarê Rotterdam ê Hollandayê de êrîşên li ser Rojava û dorpêça Kobanê hate protestokirin û îşaret bi yekîtiya neteweyî û berxwedanê hate kirin.

Li bajarê Rotterdam ê Hollandayê, bi hezaran Kurdistanî û dostên wan, bi armanca protestokirina êrîşên li ser Rojava meşekî girseyî li dar xistin. Di çalakiyê de hate xwestin ku dorpêça li ser Kobanê tavile were rakirin û statuya Rojava were naskirin.

Meş ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre li ser navê Platforma Çalakiyên Hevpar a Kurdistan ku di nava hefteyê de li Holllandayê hatibû avakirin, axaftinên bi zaravayên Soranî û Kurmancî hatin kirin.

'YEKÎTIYA NETEWEYÎ PÊDIVÎ YE'

Di axaftinan de hate destnîşankirin ku yekane rêya rabûna li dijî êrîşên ku hebûna Kurd hedef digrin, yekîtiya neteweyî ye. Hate diyarkirin ku bêyî yekîtiyê li Rojhilata Navîn ne pêkan e ku destkeftiyên mayînde were bidestxistin û yekitî û berxwedana gelê Kurd hate silavkirin.

Girseyê piştî axaftinan dest bi meşê kir û di tevahiya rê de dirûşmeyên, “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî yekîtiya gelê Kurd”, “Defend Rojava”, “Terorîst Colanî get out Rojava”, “Jin, Jiyan, Azadî” berzkirin. Gelê Hollandî ên li derdor jî bi çepikan piştgirî dan çalakiyê.

JI YE RE BANG, JI QRALÊ RE NAME

Çalakî piştî xwendina danezana ku banga rawestandina piştgiriya malî ya Yekîtiya Ewropayê ji bo hikûmeta Colanî dike, bi dawî bû. Di standa piştî çalakiyê hat danîn de jî ji bo Qralê Hollanda Willem Alexander nameyên ku daxwaza naskirina statuya Rojava dike hatin nivîsandin û şandin.